Hêzên Çekdar ên Tirk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hêzên Çekdar ên Tirk (bi tirkîTSK, Türk Silahlı Kuvvetleri) piştî têkçûna Osmanîyan, navê hêzên çekdarê tirkan e.

Xwe di awayê hêzên çekdarên klasîk ên Ewropayê birêxistin kiriye, lê di nava demê de ji wan derbastir kiriye, forma xwe wergerandiye ser forma desthilatdariyê. Lewra ji ber pirsgirêkên navxweyî yên Tirkiyeyê û kûltûra taybet a dewletbûnê hêzên çekdarênê xwe ji aboriyê heya mûzîkê di tevahiya jiyanê de birêxistin kiriye, tevlî polîtîkayê dibe.

Hêzên Çekdar ên Tirk yek ji hêzên çekdarên herî mezin ên cîhanê ye. Duyemîn hêzên çekdarê mezin a NATOyê ye. Gorî statîstîkên Tirkiyeyê hejmara leşkerên wê 514.000 e. Tenê ji bo sala 2010 vê hêzên çekdarê ji bûtçeya dewletê 17,5 mîlyar US Dollar girtiye. Pirraniya dewletan statîstîkên xwe yên girîng vedişêrin. Bi texmînî hejmara eskerên tirk, li dora 1 milyonê ye û her sal ji xeynî çalakiyên veşarî û operasyonên li Kurdistanê dike, nêzîkî 120 milyar US Dollar pere xerc dike. Hinek ji wê pereyê ji fîrmayên hêzên çekdarê tên.

Dîrok[biguherîne]

Mejûyê damezrandina Artêşa Meclîsa Mezin a Newengeran a Tirkiyeyê 8'ê sermawezê 1920 tê diyarkirin. Bi têkçûna Împeratoriya Osmanî ve, sala 1923ê Komara Tirkiyeyê tê avakirin.

Hêzên Çekdar ên Tirk, wekî xwediyê Tirkiyeyê tê zanîn. Ji avabûna komarê ve heya îro her dem li ser hikûmetan re ye, carnan dest dide ser desthilatdariyê.

Fîrma û saziyên girêdayî artêşê ne (yên aşkere)[biguherîne]

  • MKEK Fîrmayên makîneyan û kîmyayê, bazirganiya çekan
  • ASELSAN Teknîk û alavên çekan hildiberîne. Herwiha teknîkên telekomûnîkasyonê difiroşe
  • TAI Li ser esmangerî û bazirganiya alavên firokeyan
  • GİRSAN
  • TISAS
  • Havelsan Kompîturgerî, nermalav ûêd
  • Otokar Hilberîn û bazirganiya otomobîlan
  • Transvaro
  • Roketsan Hilberîn û firotina saroxan
  • TÜBİTAK Ji bo lêkolînên zanistî û pêşdebirina teknîkê ye, bandora xwe li tevahiya xebatên zanistiyê yên Tirkiyeyê dike
  • Tersaneya Gölcükê
  • Akdal (çek) Hilberîn û bazirganiya çekan

Herwekî bi dehan fîrmayên artêşê hene li Tirkiye, welatên tûrkî yên Asyayê, Kurdistan û Kîprosê bazirganiyê dikin.