Hindistan
| भारत गणराज्य Bhārat Gaṇarājya |
|||||
| Komara Hindistanê | |||||
|
|||||
| Sirûda netewî: Jana Gana Mana | |||||
| Zimanên fermî | Îngilîzî û hindî | ||||
| Zimanên nefermî | Asamî, bengalî, bodo, dogrî, gujaratî, kannada, kaşmîrî, konkanî, maithîlî, malayalam, manipurî, marathî, nepalî, oriya, puncabî, sanskrît, santalî, sindhî, tamîl, telûgû, ûrdû | ||||
| Paytext | Delhiya Nû 28°34′Bk 77°12′Rh / 28.567°Bk 77.2°Rh |
||||
| Bajarê mezin | Mumbai | ||||
| Sîstema sîyasî | Komarî | ||||
| - Serkomar - Serekwezîr |
Pratibha Patil Manmohan Singh |
||||
| Rûerd - Giştî - Av (%) |
3.287.590 km2 9,5 |
||||
| Gelhe - Giştî (2009) - Berbelavî |
1.156.897.766 kes 351,9 kes/km2 |
||||
| Serxwebûn | 15'ê gelawêjê 1947, ji Brîtaniya Mezin | ||||
| Dirav | Rupeeya hindistanî (INR) | ||||
| Dem | UTC +5:30 | ||||
| Nîşana înternetê | .in | ||||
| Koda telefonê | +91 | ||||
Hindistan an jî Komara Hindistanê (Hindî: भारत गणराज्य Bhārat Gaṇarājya) welatek e li başûrê rojavayê Asyayê. Hindistan piştî Çînê, ji aliyê gelheya xwe ango mirovên lê dijîn ve duyem mezintirîn welatê cîhanê ye. Ew herwiha duyemîn welat e bi berfirehiya xwe ya zemînî ango erdî ve. Li başûrê wê Okyanûsa Hindî, li başûr rojava Deryaya Erebî, li başûr rojhilat Kendava Bengalê, li bakur rojhilat Bûtan, Çîn û Nepal, li rojhilat Bangladeş û Myanmar hene, herwiha tixûbên wê li rojava bi Pakistan re heye. Bi tevahî dirêjahiya peravên Hindistanê 7.517 km ne.
Şaristaniya Geliyê Hindê herêmeke dîrokî ye ku di demê berê de navenda bazirganiyê û çandê bû. Gelek caran bûye navenda împeratoriyên dewlemend û bihêz ên cîhanê.[1] Hindistan dergûşa çar dînên cîhanê (Hinduîzm, Budîzm, Jainizm û Sîhîzm) ye, herwiha Zerdeştîtî li wir jiyan kiriye. Dînên mîna Xiristiyanî û Misilmantî heta sedsala dehan gihaye axa Hindistanê.[2]
Aboriya Hindistanê di cîhanê de ya nehemîn mezin e.[3] Bi reformên aborî yên sala 1991ê rewşa aboriya Hindistanê gav bi gav bi pêş ket. Hindistan welatekî xwediyê çekên nûkleer e. Herwiha artêşa dewletê di cîhanê artêşa çaremîn mezin e.
Hindistan bi rêveberiya xwe komara federal e. Welat ji 28 parêzgeh û heft herêman pêk tê. Hindistan welatekî pirziman, pirçand û pirnetewe ye. Herwiha li Hindistanê herêmên habîtatên parastî yên jiyana hov hene.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne]
Di zimanê farsiya kevn de navê robara Hindî weke Hindu derbas dibe ku ev nav bi sanskrîtî सिन्धु Sindhu ye.[4] Peyva bi kurdî Hindistan ku weke Hindustan di farsî de derbas dibe tê wateya welatê Hindiyan ango mirovên ku li derdora robara Hîndî dijîn. Di yewnanî de navê Hindu weke Indoi (Ινδοί) derbas dibe.[5]
[biguherîne] Zimanên li Hindistanê
Welatê Hindistanê bi gelheya xwe ya mezin ku piştî Çînê ya duyem e, xwediyê gelek netewe lewma zimanan e. Hemû netewe di nav hevdu de zimanên xwe çanda xwe dijîn. Li jêr zimanên ku Hindistanê tên axaftin û hejmara axivêrên wan zimanan hatiye rêzkirin.
| Rêz | Ziman | Sala 2001'an [1] (tevahiya gelhe 1,004.59 milyon) |
|
|---|---|---|---|
| Zimanaxivêr | Ji sedî | ||
| 1 | Hindî[6] | 422.048.642 | 41,03% |
| 2 | Bengalî | 83.369.769 | 8,11% |
| 3 | Telugu | 74.002.856 | 7,37% |
| 4 | Marathî | 71.936.894 | 6,99% |
| 5 | Tamîlî | 60.793.814 | 5,91% |
| 6 | Ûrdû | 51.536.111 | 5,01% |
| 7 | Gujaratî | 46.091.617 | 4,48% |
| 8 | Kannada | 37.924.011 | 3,69% |
| 9 | Malayalam | 33.066.392 | 3,21% |
| 10 | Oriya | 33.017.446 | 3,21% |
| 11 | Pencabî | 29.102.477 | 2,83% |
| 12 | Assamî | 13.168.484 | 1,28% |
| 13 | Maîthîlî | 12.179.122 | 1,18% |
| 14 | Santalî | 6.469.600 | 0,63% |
| 15 | Kaşmîrî | 5.527.698 | 0,54% |
| 16 | Nepalî | 2.871.749 | 0,28% |
| 17 | Sindî | 2.535.485 | 0,25% |
| 18 | Konkanî | 2.489.015 | 0,24% |
| 19 | Dongrî | 2.282.589 | 0,22% |
| 20 | Manîpurî | 1.466.705 | 0,14% |
| 21 | Bodo | 1.350.478 | 0,13% |
| 22 | Sanskrîtî | 14.135 | N |
[biguherîne] Dîrok
Li parêzgeha Madhya Pradeş a Hindistanê berhemên ji hunera zinarî ya ji serdema Mezolîtîk mane hene.[7] Bajarê çandî yê pêşîn ê Asyaya Başûr ku dîroka wê digihijê BZ 2500–1900 li Pakistan û rojavayê Hindistanê hatiye avakirin.[8] Di navbera salên BZ 2000–500'î de gelek herêmên çand serdema sifir û serdema hesin pêk hatin.[7] Vendayên Hinduîzmê di vê demê de hatine nivîsandin.[7] Herwiha gelek dîrokzan dibêjin ku ev dem dema pêkhatina çend pêlên Hind û Ewropî yên ber bi bakur rojava ve ne.[7] Di vê navberê de dînên Budîzm û Jainism pêk tên. Li gorî nivîsên dîrokî yên zimanê tamîlî di serdema BZ 200 – PZ 200'an de li herêma başûr xanedana Kera û xanedana Pandyan hikûmdarî dikir.[1]
Li Hindistanê di navbera salên 600 - 1200 PZ de gelek keyaniyên herêmî û herêmên çandî hebûn. Di dema împeratoriya Harşa de (606-647) ku paytexta wê Kannuj bû şer bi Xanedaniya Şalukya ya li herêma Platoya Dekanê qewimî û împeratoriya Harşa têk çû. Herwiha serwerekî wê yê din piştre şer bi împeratoriya Pala ya Bengalê re dike û dîsa têk diçin.[1]
Piştî sedsala dehan êlên misilman koçî deverên Hindistanê dikin û di 1206'an de Siltaniya Delhiyê ava dikin.[9] Ev siltanî bi gelemperî li bakur xwediyê desthilatdariyê bû. Siltanî bi êrîşên xanedaniyên başûr qels bû û piştre bû beşek ji împeratoriya Vijayanagara.[9]
Di sedsala 16'an de bakurê Hindistanê bi giştî desthilatiya misilmanan hebû. Împeratoriya Mongolî di navbera sedsalên 16 û 19'an de li Hindistanê desthilatiyê dikin. Bi destpêka sedsala 18'an bazirganên Ewropî bi şîrketên hindî re li Hindistanê bazirganiyê dikin.[10] Herwiha gelek şîrketên ewropî hewl didin ku li Hindistanê bazirganiyê bikin. Lewma ev dibe destpêka mêtingeriya Brîtanya ya li Hindistanê. Dewletên ewropî pêl bi pêl Hindistan jixwe re kirin kolonî. Dewleta Brîtanya di 1640’an li Madrasê, 1668’an de li Bombayê û 1690’an de li Kolkatayê navendên bazirganiyê damezrandin. Dewleta Fransa jî di 1672’an de li Pondicherry navenda bazirganiyê damezrandin. Di sala 1803'an de ji bilî herêma Pencabê hemû Hindistan di bin desthilatdariya Brîtanya de bû.[11] Hindistan di dema Brîtanya de jî, ji aliyê prensên bi navê Maharaja an jî Nevab ên ku tenê hêza wan a herêmî hebû ve dihat birêvebirin.
Di sala 1857'an tevgereke serhildana hindiyan li gelek deverên Hindistanê pêk hat.[12] Di sala 1858'an piştî bûyerên serhildanê biryar da ku bêhtir dest biavêje rêveberiya Hindistanê û yekemîn hikûmeta brîtanî li Hindistanê ava kirin. Lewma Hindistan bû koloniya Brîtanya.[11] Di sala 1877'an de keybanûya Brîtanya weke keybanûya Hindistanê hate ragihandin.[13] Piştî şerê cîhanê yê yekem rêberê hindî yê efsaneyî Mahatma Gandî ji Afrîkaya Başûr hatibû û li dijî hikûmeta Brîtanya têkoşîna sivîl da destpêkirin.[12] Piştî têkoşîna 30 salî Brîtanya neçar ma ku serxwebûna Hindistanê bipejirîne. Di sala 1947an de azadiya Hindistanê hate pejirandin, lê ji ber pirsgirêka misilman û hinduyan, rêveberiya Brîtanî împeratoriya Hindistanê weke Pakistan û Hindistan kir du dewlet. Lê pirsgirêkên herdu dewletan xelas nebû. Ji ber ku nakokî li ser herêmên Pencab û Bengalê hebûn. Piştî hin hevdîtinan Amrîtsar bû ya Hindistanê û Lahore jî ma ji Pakistan re. Bandora pevçûnên dînî yên di navbera misilman û hinduyan bû sedema êrîşa hinduyekî li hemberî Mahatma Gandî û ev di 30'ê rêbendana 1948'an de hate kuştin. Serokwezîrê yekemîn ê Hindistanê bû Jawaharlal Nehru û di sala 1962'an de ji ber sedema Nepalê di navbera Hindistan û Çînê de şer qewimî. Piştî Jawaharlal Nehru piştî wî re keça wî Indira Gandhi bû serokwezîr. Di dema Îndra Gandî de alozî rû dan lewma ji aliyê Îndra Gandî ve rewşa awarte hate îlankirin. Di dema wê de Hindistanê ceribandina bombeya atomê kir.[14] Piştî vê re Hindistan pêl bi pêl hate guhertin.
[biguherîne] Erdnîgarî
Li bakurê welatê Hindistanê li rêze çiyayên Hîmalaya çiyayê herî bilind ê cîhanê yê bi navê Everest heye. Derdorê başûrê Hindistanê av e. Lewma 7.517 km peravên Hindistanê hene. Çemê Ganjê ku bi 2.525 km mîna tixûbekî di navbera Bangladeş û Hindistanê de ye. Ve robar ji bakurê Hîmalayayan derdikeve û ber bi başûr ve heta Kendava Bengalê diherike.[15]
[biguherîne] Dîn (Ol)
Hindistan ji aliyê çand û dînan ve gelek dewlemend e. Gelek ayînên xweser ên Hindistanê hene. Li ser axê Hindistanê dînên mîna Hinduîzmê, Budîzmê, Jainizmê û Sîhîzmê li vir derketine. Herwiha ji ber êrîşan û rewşa wan a nebaş bawermendên zerdeştî jî koçî Hindistanê dikin ku niha civateke wan a berbiçav li Hindistanê heye. Piştî sedsala dehan ayîna îslamê jî digihe welatê Hindistanê. Herwiha ayîna Xiristiyanê jî li Hindistanê peyde dibe. Di sedsalên bûrî de bi saya êrîşên êlên misilmanan baweriya îslamê pêl bi pêl li Hindistanê belav dibe. Lê ev gelekbûna civata misilmanan li Hindistanê her tim bûye sedema pevçûnên di navbera hîndu û misilaman de. Herwiha împeratoriya Hindistanê ku axa Pakistana niha jî di nav de bû ji sedema nakokiyên di navbera misilman û hinduyan bû du parçe. Bi salan gelek pevçûn di navbera misilman û hinduyan pêk hatin û gelek mirov ji her du aliyan jiyana xwe ji dest dan. Hindistan yek ji dewletên sereke ye ku gelheya wê ya misilman gelek e. Lê dîsa jî li gorî hejmaran baweriya hinduîzmê dînê sereke yê Hindistanê ye.[16]
[biguherîne] Herêmên Rêveberiyê yên Hindistanê
Li Hindistanê 28 parêzgeh û heft herêmên yekbûyî hene.[17] Her parêzgeh, herwiha Puduçerî û Delhî xwediyê hikûmetên xwe yên xweser in. Her pênc herêmên din ji aliyê karmendên serokkomar ve tên rêvebirin. Li gorî rêbaza "States Reorganisation Act" a 1956'an her rêveberiya cihan li gorî zimanan hatine avakirin.[18] Parêzgeh û herêmên Hindistanê ji 610 navçeyan pêk tên.
Parêzgeh:
Herêmên yekbûyî:
[biguherîne] Çavkanî
- Gotara Wîkîpediya Îngilîzî (18.09.2011)
- ↑ 1.0 1.1 1.2 v=onepage&q&f=false Pirtûka Burton Stein a bi navê A History of India
- ↑ v=onepage&q&f=falsePirtûka Malik Mohamed a bi navê The foundations of the composite culture in India
- ↑ Agahî di derbarê aboriya welat de
- ↑ http://www.britannica.com/EBchecked/topic/266465/Hindustan
- ↑ http://books.google.com/books?id=LiqloV4JnNUC&hl=en
- ↑ Hindiya rojava, Hindiya rojhilat, Biharî, Rajasthanî û Paharî di nav de ne.
- ↑ 7.0 7.1 7.2 7.3 Pirtûka Upinder Singh a bi navê A History of Ancient and Early Medieval India: From the Stone Age to the 12th Century
- ↑ Pirtûka Gregory L. Possehl a bi navê The Indus civilization: a contemporary perspective
- ↑ 9.0 9.1 Ludden, David (2002), India and South Asia: A Short History, Oxford: One World, ISBN 1-85168-237-6
- ↑ Asher, Catherine; Talbot, Cynthia (2006), India before Europe, Cambridge University Press, ISBN 978-0-521-51750-8
- ↑ 11.0 11.1 Agahî di derbarê dîroka Hindistanê de
- ↑ 12.0 12.1 Pirtûka bi navê A concise history of modern India, Barbara Daly Metcalf, Thomas R. Metcalf
- ↑ Agahî di derbarê dîroka Hindistanê de
- ↑ http://nuclearweaponarchive.org/India/IndiaFirstBomb.html
- ↑ http://www.britannica.com/EBchecked/topic/285248/India
- ↑ http://books.google.com/books?id=DPWGpVvBvx8C&pg=PA135&hl=en* v=onepage&q&f=false
- ↑ http://lcweb2.loc.gov/frd/cs/profiles/India.pdf
- ↑ Constitution of India (Commonwealth Legal Information Institute), retrieved 31 October 2007; herwiha binêre:
[biguherîne] Girêdanên derve
|
|||||||