Hûrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hûrê (bi tirkî: Gömeç) gundek Hênê ye. Muxtarî ye û 19 km ji navenda Hênê dûr e.

Gundekî dîrokî ye. Ji dema hûriyan ve maye. Hûrî berî mîladê 1500-3000 li herêmê karbidest bûne. Wek tê zanîn bedena bajarê Amedê jî cara pêşî ji aliyê Hûriyan ve hatiye çêkirin. Li nêzîkî gund Nawis hene ta ji serdema kevir ve mirov li vir jîyane. Herêma Hênê ciyê herî hevn e. Şopên şaristaniya kevn li wir hene û heta îro dom dikin. Niha du mezrayên gundê Hûrê hene: Bateyt (bi tirkî: Çağil) û Engul (bi tirkî: Pinar). Di sala 2006an de, li gund 21 xanî mane, şênî 132 ne. Gundî ji ber zordestiya dewletê ji gund koçber bûne û dibistan hatiye girtin. Li Hûrê jî gundî debara xwe bi rez û pez dikin. Bi zaravayê kurmancî dipeyivin.