Hürriyet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hürriyet
Welat  Tirkiye
Ziman Tirkî
Senifandin Rojnameya rojane
Weşanxane Doğan Yayın Holding
Hejmara yekem 1'ê gulanê 1948

Derketin rojane
Tîraj 467.117

Malper Malpera fermî ya rojnameyê (romî)

Hürriyet yek ji rojnameyên li Tirkiyê derdikeve ye. Wekî logo serê Mustafa Kemal Atatürk, alaya Tirkan û slogana « Tirkiye ya Tirkan e! » bikartîne.

Ji aliyê Sedat Simavi ve di 1'ê gulanê 1948'ê de bo cara pêşîn hatiye derxistin. Niha girêdayî holdînga Doğan grubu tê derxistin. Gorî hin ronakbîrên Tirk Milliyet rojnameya fermî ya serkaniya artêşa Tirk û Hürriyet jî ya saziya sîxuriyê ya Tirk MİTê ye û ew nêrînên xwe bi van rojnameyan tînin zimên û belavdikin. Lê tê zanîn hemî rojnameyên mezin ên Tirkiyê îdeolojiya fermî ya dewletê dihewînin û diparêzin.

Rojnameya Hürriyetê di çapa xwe ya Ewropayê de nêrînên lîberal û Ewropayî û li ya Tirkiyê jî li dijî lîberalîzmê, YE û krîterên Koopenhagenê derdikeve. Herwekî di çapa xwe ya Ewropa de kiryarên neyînî û nebaş dixe para Kurdan û li ya Tirkiyê jî navê Kurdan pirr bikarnayne. Hürriyeta Ewropa û ya Tirkiyê mirov dikare bêje hîç naşibin hevûdu.

Polîtîkaya Hürriyetê di nava tixûbên îdeolojiya fermî ya dewletê û di bin kontrola leşkeran de rewadîtina hemî rê û rêbazan e. Bi tundî li dijî Kurdperweran derdikeve û heya van nêzîka hebûna Kurdan jî nedipejirand. Gorî hin zanayên Tirk polîtikayeke « lîberalîzmeke leşkerî û alatûrka » dimeşîne û ji bo înkarkirina mafên Kurdan têdikoşe.

Dirûşmeya rojnameyê « Türkiye Türklerindir » / « Tirkîye ya tirkan e » ye.