Hüseyin Nihal Atsız

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hüseyin Nihal Atsız (* 12'ê rêbendanê 1905; † 11'ê berfanbarê 1975) yek ji damezrêner û îdeologên nîjadperestiya Tirk e.

Kurtejînenîgarî[biguherîne]

Di malbateke leşker de jidayîkdibe û dest bi perwerdeya bijîşkiya leşkerî dike. Xwandina xwe bidawî nake û pirranî bi karê Pan Tûranîzmê re bilî dibe. Fakûlteya wêjeyî diqedîne li Stenbolê. Nivîsen wî di gelek kovar û rojnameyên hemandemî de dihatin weşandin. Wekî mamosteyê wêjeyê li Meletî, Edirneyê kar kiriye. Ji ber nêrînên xwe yî "Zêde-Tirk" gelekan aciz dike. Di bin baskê komeleyên li dijî komûnîzmê de li dijî siyasetmedar û kesayetiyên çepgîr ên hemandemî têdikoşe û giliyên wan bi artêşê ve dike. Gelek caran tê darizandin.

Lêgerîn û lêkolîn wî yên afirandina nîjadperestiya Tirk[biguherîne]

Di bin bandora Nazî yên Alman de, li avakirina ramanên nîjadperestiya Tirk geriyaye. Ramanên Ziya Gökalp û Mustafa Kemal Atatürk pejirandiye û ew kêm dîtiye. Wî jî wekî yê din îdeologiya Tûranîzm, Pan Tûrkîzm pejirandiye lê li fikreke bêî ola Îslamê geriyaye. Bingehê Tûranîzmê bi olên beriya Îslamê, şamanîzmê ve girêdaye. Gorî wê di cîhanê de nîjada herî hêjatir Tirk in û neteweyên din divê hemî ji Tirkan re xulamtiyê bikin. Li ser bermahiyên Mongolan û efsaneyên wan dikole û ji ber ku Mongolya xwedî bandoreke xurt nebû, li wan xwedî derdikeve û dike malê Tirkan. Efsaneya Ergenekonê, Mete, Atîlla, Cengîz Xan, Kültigin hwd. hemî dike malê Tirkan û wek1i bingeh jî xîtabeyên Orkûn (orhun) nîşan dide. Bi Alparslan Türkeş re xebatên hevpar dike. Ji ber ku Ziya Gökalp ê îdeologê Pan Tûrkîzmê bi xwe Kurd bû, hinde bi tamsarî nêzîkî wî dibû.

Alava pîvandina qaqotê serî û ceribandina xwekuştinê ya Atsız[biguherîne]

Tê zanîn li Almanyayê di dema Naziyan de kesên ne Alman bûn dihatin kuştin û li nîjadeke xas dihate gerîn. Di heman demê de Atsız jî ji Germanistanê alaveke tîne û bi wê qaqotên seriyan dipîve. Kê dibîne, serê wê dipîve ka ew ji nîjad a Tirk-Mongol e yan na. Mixabin rastiya ku dibîne wî di kederê de dihêle. Dema ku serê xwe dîpîve, dibîne ku ew jî ne ji nîjada Tirk-Mongol e, diqehere û biryara xwekuştinê digire. Lê bi alîkariya hevalên wî tê xilaskirin. Ji wir şûnde êdî behsa wê alavê û "Tirkê xas" nake. Lê dibêje

"Herçendî Tirkên xas êdî pirr kêm mabin jî, kesên ku pirranî genên Tirk-Mongol bi wan re henin, ew Tirk in û ji hemî netewe û nîjadan pîroztir in".

Temiya Atsız ji lawê wî û ji hemî Tirkan[biguherîne]

Kurê min Yağmur!
Îro tu gihîşte sal û nîva xwe. Min temînameya xwe qedand, vaye radigirim. Ji te re wekî bîraniyê wêneyeka xwe dihêlim. Temiyên min bicihbîne, bibe Tirkekî baş.
Komûnîzm kargeriyeke dijmin e ji me re. Viya baş têbigihîje. Cihû dijminên dizî yên hemî neteweyan e. Rûs, Çînî, Faris, Grek dijminên me yên dîrokî ne.
Bûlxar, Alman, Îtalî, Brîtanî, Fransî, Ereb. Sirb, Xirwat, Spanyolî, Portûgalî, Romen dijminên me yên nû ne.
Japon, Efganî, Amerîkayî dijminên me yên dahatûyê (paşerojê) ne.
Ermenî, Kurd, Çerkez, Abxaz, Boşnak (Bosniyak), Alban, Pomak, Laz, Lezgî, Gurcî, Çeçen dijminên me yên hundirîn in.
Ji bo têkoşîn bi ewçend dijminan re, amadebûn divê.
Xwedê alîkarê te be!
Nihal Atsız
4'ê gulanê 1941