H. David Politzer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hugh David Politzer (jdb. 31ê tebaxê 1949 li New York) fîzîknasekî DYAyî ye. Sala 2004î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

Li dibistana Bronx High School of Science dixwîne û ji wir jî sala 1966î diçe zanîngeha Michigan. Sala 1969î bidawî dike û sala 1974î jî doktoraya xwe digire.

Niha weki profesor li California Institute of Technology (Caltech) a li Pasadena, dixebite.

Sala 1973î dest bi weşana xebat û lêkolînên xwe dike. Li ser fenomena asîmptomatîk a serbestiyê ya qûarkan teorî û prînsîbên wî yên balkêş hene. Dîsa di warê qûantenkromodînamîkê de gavên mezin avêtiye.

Politzer di roleke alîkar a fîlmê de jî cihgirtiye. Fîlma bi navê Fat Man and Little Boy (bi tevî Paul Newman) lîstiye.