Haşim Öztunç

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Haşim Öztunç
Navê rastî
Haşim Oztunç
Jidayikbûn1ê sibata 1956an(1956-02-01)
Mirin6ê kanûna pêşîn a 1981
Rûbara Merîçê
Dê û bav
  • Huseyîn (bav)
  • Besîra Xanim (dê)
biguhêreBelge

Haşim Oztunç (jdb. 1ê sibatê 1956 li Cîwarikan a Gimgimê - m. 6ê kanûna pêşîn a 1981 li rûbara Merîçê) şoreşgerê kurd.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Lawê Besîra Xanim û Huseyîn e. Di erdheja sala 1966ê de xwîşk û birayek wî jiyana xwe ji dest didin. Ji bo xwendinê wî dişînin dibistana starê ya Farqînê. Dibistana dest pêkê li wir, a navendî (3 sal) li Mersinê dixwîne. Dibistana amadeyî li Gimgimê diqedîne.

Di temenciwaniya xwe de tevlî refên şoreşgerên dibe, gelek caran tê girtin û êşkence dibîne. Bi rêxistina Halkin Kurtuluşu (Rizgariya Gel) re têkilî datîne.

Sala 1978 tê girtin û li Girtîgeha Mûşê dimîne. Herwiha sala 1980 jî bo demekê li zîmdanê dimîne. Bi hatina cûntayê ve bi qasî salekê xwe vedişêre.

Dixwaze derbasê Ewropayê bibe, li rûbara Merîçê jiyana xwe ji dest dide.