Partiya Maf û Azadiyan
Ji Wîkîpediya
(ji Hak ve Özgürlükler Partisi hate beralîkirin)
Hak ve Özgürlükler Partisi (HAK-PAR, bi kurdî Partiya Maf û Azadiyan) di sala 2002'an de hat damezrandin. HAK-PAR di Tirkiyê de çalak e. Serokê HAK-PAR ê kevn Abdulmelîk Firat bû û cîgirên wî Îbrahîm Güçlü, Fehmî Demîr û Necdet Gündem bûn. Serokê HAK-PAR'ê ê vêga Bayram Bozyel e. HAK-PAR zêdetir ji kesan pêk tê ku berê endamên partiyên wekî PSK, PDK-Bakur û Rizgarî bûn.
Hak-Par niha li gelik cihan civînan lidar dixê ta ku xala li ser daxwazkirina federasyonê ji bo careserkirina pirsgirêka kurdî li Bakûrê Kurdistanê têxê destûra (programa) xwe.
[biguherîne] Serokên HAK-PAR'ê
- Abdulmelîk Firat (heta 2006)
- Sertaç Bucak (2006-2008)
- Bayram Bozyel (ji 2008'ê)
[biguherîne] Grêdanên dervê
- Malpera HAK-PAR (bi tirkî)