Hamza Yavuz (Vasfî)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hamza Yavuz (Vasfî)

Hamza Yavuz (Vasfî, 1963 Derkfan/Gercüş-20.8.2000 Saarbrücken) helbestvanê kurd û şehîdê têkoşîna azadiyê ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hamza Yavuz, di sala 1963an de li Derîfkana Gercûşê jidayik dibe. Di piçûkatiya xwe de, bi tevî malbata xwe bar dikin Midyadê. Hamza, zarokatiya xwe li Midyadê derbasdike û dibistana seretayî û navîn li vir diqedîne. Di temenê xwendekariyê de ji têkoşîna rizgariya netewî ya Kurdan bi tesîr dibe. Di lîseyê de bingeha fikra têkoşîna azadiyê di kesayetiya xwe de bi cîh dike.

Hamza, di pola duyemîn a lîseyê de ji ber êrîş, zordarî û zextên rejîmê neçar dimîne ji dibistanê veqete. Hamza, ji ber têkîliya wî ya bi PKKê re du caran tê binçavkirin. Lê belê ewrê reş ê zordestiya rejîma leşkerî ya 12 îlonê xwe li hemû welêt vedipêçe. Hamza careke din tê girtin, rastî êşkenceyên giran tê, lê belê ew tewanbariyan qebûl nake û piştî meheke û nîv serbest tê berdan. Lê belê xiyaneta ku li Gelê Kurd raselitiye, di dika jiyana Hamza de jî rûyê xwe nîşan dide. Hamza piştî demeke kin piştî îxbarekê careke din tê girtin û yekser dişînin Mêrdînê. Fermanariya Rêveberiya Leşkerî Hamza careke din ji êşkenceyên giran derbas dike, lê Hamza sekna xwe ya berxwedanvan li vir jî didomîne... Hamza Yavuz, cara duyemîn serbest tê berdan û vê carê jî bi neçarî diçe Îzmîrê. Li Îzmîrê Hamza, jibo rûniştina ku li Dadgeha Rêveberiya Leşkerî ya Yekemîn a Amedê tê dîtin, tê vexwendin. Tevlî rûniştinê dibe û 16 sal cezayê zîndanê dixwe. Ew piştre vê helwesta xwe, di nameyeke xwe ya ku di girtîgehê de dinivîsîne weke "şaştiyekê" bi nav dike.

Sal 1982 ye.
Cîh zîndana Amedê ye.
Li hemberî êrîş û êşkenceyên xedar û dervehî mirovatiyê Hamza, bi bedena xwe ya ciwan, berxwenake xûrt nîşan dide; bi tevî hevalên xwe beşdarî çalakiya Rojiya Mirinê dibe. Ji ber êşkenceyên bê perva, bi dehan car giran nexweş dibe. Di girtîgehê de, girtîmayîn û dûrbûna ji jiyana derve, hesret û evîna jiyanê ya bi wî re geştir dike. Hamza, li girtîgeha Amedê, bi helbestan dijî. Helbest û pênûs, hevalê wî yê herî nêz e, têhnîbûna xwe ya ji bedewiyên jiyanê, hesret û hêviyên xwe bi van tîne ziman. Hamza, di vê jiyana fanî de naxwaze bê dews koç bike, bi vê înadê, bi azweriya jiyanê, li hemberî hemû şert û mercên mirinê, bi serbilindiyeke berz li ber xwe dide. Ew bi evîna helbestê, bi diltenikiya hûnermendekî, jiyana xwe bi pevyên narîn û xweşik dineqişîne ser rûpelên spî. Dema ku rûpelên salnameyê 1989 nîşan dide, êdî ji girtîgehê derdikeve û bêrê xwe dide hesreta xwe ya salan; çiyayên Kurdistanê. Hamza, navê hevalekî xwe yê pir hes jê dike Wasfî Kiliç ku di 1986an de hate qetilkirin li xwe dike. Hamza Yavûz ango bi navê xwe yê kod Wasfî, wêjevanekî bi marîfet, zanyar û helbestvan bû. Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji ber meraqa wî ya ji dîrokê re, jê re gotibû `Mirovê ji kûrahiya dîrokê tê`. Navekî din ê Hamza hebû; Fîlozof Wasfî. Evîna di dilê wî de, bi rûbar, keskahî, av, ax, çiya û kûlîlkên welêt re dibe yek. Di her herikîna rûbarekî de diherike, di her vebûna gûlekê de dibişkive û bi xwendina bilbilan dilgeş û dilşa dibe Hamza. Hamza, ti carî ji temaşekirina bedewiyên xwezayê têr neba, wan di helbest û nivîsên xwe de bi ziravhestiyariyeke nedîtî tîne ziman. Ew mirovek ji kûrahiya vê dîrokê hatibû, bi zimanê xwezayê di axîvî û dijiya, lewma xwezayê jî hemû bedewiyên xwe jê re vekiribû. Hamza Yavuz, di sala 1999an de bi nexweşiyeke mirinî dikeve. Wasfî, bi bûhabûna mirinê, ya yekemîn li nexweşxaneya Gerîlla ya Zapê, ya duyemîn jî li Mûsilê du ameliyatan derbas dike. Ji Mûsilê derbasî Mexmûrê, ji wir jî diçe Suriyê û ji Suriyê jî berê xwe dide `parzemîna spî` Ewropayê. Hamza Yavuz, li Almanyayê li Klînîka Saarlaouise St. Elizabethê bi tevî hemû hewildanan nayê rizgarkirin û xatirê xwe ji jiyanê dixwaze. Rûpelên dîrokê 20ê Tebaxa 2000î nîşan dida. Ew beriya nefesa xwe ya dawî van hevokan bilêv dike: `Li pişt min negrîn, tilîliyê bikşînin. Dema ku li ber çavê min bedena ewqas qehremanan perçe perçe dibe, mirina li min li ber wan ne tiştek e..! Di vê oxirê de ne yekemîn im, ezê nebim yê dawî jî. Çawa ku helbestvan Nazim gotiye, li dijmin înad ezê rojekî din jî bijîm.` Di 25ê Tebaxa 2000î de xelkê Batmanê bi tilîliyan cenazeyê wî pêşwazî kirin û veşartin.

Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Mînakek ji helbestên Hamza Yavuz:

Wê roj were 
Emê xatir ji çekan bixwazin
Lê ji Çiyayan qet
Bi mizgînî em tên
Bi Kîbele re tên
Dilê xwe veke
Himbêz bike
Û zarokê xwe bîne dinê
Xweşikbûyîn, hezkirin, evînî
û zarokên aştiyê 
Mezopotamya

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]