Hana Soukupová

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Hana Soukupová
HanaSoukupováJun09.jpg
Hana Soukupová di pûşpera 2009'an de
Rojbûn 18'ê berfanbarê 1985 (29 salî)
Komara Çekî Karlovy Vary
Netewe Çek
Salên çalak 1998-îro
Qam 1.83 m[1]
Rengê porê Zer
Rengê çavan Şîn
Pîvanên bedenê 34B-23-34 (DYA)
86-59-86 (YE)
Bedena cilan 34 (YE), 4 (DYA), 6 (KY)
Ajans IMG Models[2]
Zewac Drew Aaron
Malpera fermî

Hana Soukupová (z. 18'ê berfanbarê, 1985) modeleke çekî ye. Ew gelek caran tevlî nûmayîşên kompanyaya hîlberîner a cilên pîrekan a bi navê Victoria's Secret bûye. Hana di 18'ê berfanbara 1985'an de li Karlovy Vary ya Çekoslovakyayê (îro li Komara Çekî ye) ji dayîk bûye.[3] Ji sedema dirêjbûna xwe di yaneyeke herêmî ya basketbolê de leyîstiye.

Hana li bajarê Pragê di sala 1998'an de dest bi modeltiyê kiriye. Di temenê xwe yê 15 salî de bi şirketa parfûmê ya bi navê Carolina Herrera’s Chic ve kontratek îmze kiriye. Di rezbera 2004'an de weke yek ji neh modelên sereke yên pêşerojê yên kovara navdar a modayê ya bi navê Vogue hatiye hilbijartin.Hinek modelên din ên bi wê re hatine hilbijartin, Daria Werbowy, Gemma Ward, Gisele Bündchen û Karolína Kurková bûn.[4]

Hana Soukupová weke modeleke bijarte di serrûpelên 80 kovaran de derket ku di nav van kovaran de Harper's Bazaar, Vogue, W, Elle û Allure hebûn. Soukupová bi fotografkêşên mîna Steven Meisel, Nick Knight, Mikael Jansson, Craig McDean, Mario Sorrenti, Steven Klein, Mario Testino, David LaChapelle, Inez Van Lamsweerde, Patrick Demarchelier xebitî.

Di sala 2011'an de ji bo roleke taybet di rêzefîlmê bi navê Gossip Girl de leyist. Soukupová ji bo fîrmayên navdar ên weke Gucci, BVLGARI, Escada, Balenciaga, Max Mara, Tse, Dior, Carolina Herrera, H&M, Victoria's Secret û Versace modeltî kir. Herwiha di gelek fîrmayên din ên navdar de modeltî kiriye.

Soukupová niha bi CEOyê The Aaron Group of Companies yê bi navê Drew Aaron re zewicî ye. Bi giştî li New Yorkê dijî lê herwiha diçe Parîsê jî, ku ew der cihê destpêka jiyana wê ya modeltiyê bû.

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]