Hartford

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hartford paytextê federedewleta DYAyê Connecticut e. Bi tevî 124.848 (2004) gelheya xwe navenda parêzgeha bi heman navî ye jî.

  • Koordînatên cografîk: 41,77° Bakur, 72,68° Rojava.
  • Rûber: 46,5 km².

Navê xwe ji bajarê Samuel Stones, Hartford, Brîtanya digire ku ew yek ji avakerên bajêr tê zanîn.

Naverok

Dîrok [biguherîne]

Di sala 1623'î de komên pêşîn ên koçberên Holandî ji Nieuw Nederland tên, bicihdibin. Di sala 1633'î de bo leşkeran baregehek tê çêkirin û bicihbûn jî wisa destpêdike. Sê sal şûnde îcar koçberên Îngîlîz ji Newtonê tên û bicihdibin. Li dijî kevnexwediyên herêmê Çermesoran şerên têr xwînî tên lidarxistin. Di 6'ê tîrmehê 1944'î de şewateke mezin pêk tê û li dora 700 kesî dimirin.

Wargehên baldar [biguherîne]

Aborî [biguherîne]

Bajar wekî paytextê sîgortayê ya cihanî tê binavkirin. Fîrmayên navdar ên sîgortayê li vir in. Bo mînak, Aetna û The Hartford Financial Services Group, Inc. Dîsa navendên fîrmayên Carrier, Hamilton Sundstrand, Pratt & Whitney, Otis, Sikorsky, UTC Fire & Security, UTC Power û UTC Fuel Cells jî li vir in.

Perwerdeyî û lêkolîn [biguherîne]

Navdarên bajêr [biguherîne]

Girêdanên derve [biguherîne]