Hatun Sürücü

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Nivîsa bîrdariyê ya Hatun Sürücü li Berlînê
Gora Hatun Sürücü li Berlîn-Gatowê

Hatun Aynur Sürücü (bilêvkirina bi kurdî: Xatûn Aynûr Surucu) (z. 17ê kanûna paşîn 1982 li Berlîn, Almanya - m. 7ê sibatê 2005 li heman cihê) jineke alman a bi eslê xwe kurd bû. Li îstgeheke otobusan hatiye kujtin.

Zewaca bi zorê, şaşik, namûs û medya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Ewropayê cinayetên namûsê birêkûpêk bo reşkirina kurdan, xirabkirina îmaja wan tê û hatiye bikaranîn. Sedemê kuştinê "namûs" hate nîşandan û li Almanyayê, bi tevlîbûna balyoz û komeleyên tirkan, ev bûyer li dijî kurdan hat bikaranîn, xwestin bi viya kurdên Almanyayê terorîze bikin, navê wan xirab bikin[çavkanî hewce ye].

Malbata Sürücü bi eslê xwe kurd e. Li taxa Kreuzberga Berlînê ku carnan wekî Harlema New Yorkê jî tê binavkirin, dijiyabûn. Tê gotin malbata wê, xwestine wê bi zorê bidin ciwanekî li Tirkiyeyê dijî, bi riya zewacê zava bibin Almanyayê. Nakokî û pirsgirêk ji wê derketine, Sürücüyê nepejirandiye, xwestiye bi dilê xwe bizewice. Hevjînê xwe yê bi zorê terikandiye, bicanî maye. Herwiha dibêjin malbata wê bi zorê turban (cemedan, şaşik) dane serê wê, bo navê olê jiyana wê asteng kirine.

Sürücü bi sê guleyan hatiye kuştin. Polîs wekî kujer birayên wê digirin. Berê jî gelek caran Sürücüyê giliyê malbata xwe bi polîs ve kiriye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]