Havîv Şîmonî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Havîv Şîmonî, Haviv Shimoni (* 13'ê rêbendanê 1933 li Dihokê - † 13'ê tîrmehê 1994) siyasetmedarekî Îsraelê bû. Ji kurdên cihû ye.

Jiyan[biguherîne]

Demekê sekreteriya giştî ya komeleya neteweyî ya kurdên Îsraelê kiriye. Li zanîngeha Orşelîmê perwerdeya zanîna polîtîk dîtiye. Sala 1951'ê tevlî partiya Mapaiyê dibe. 1965 heya 1969 endamê konseya karkeran a Orşelîmê ye. 1964 heya 1973, di komîteya karkeran a wezareta karê endustrî û bazirganiyê de peywirdar e. Heya 1979'ê jî di navenda dîzaynkirina berheman a Îsraelê de dixebite.

Herwiha demekê di Knessetê de (parlamena Îsraelê) cihdigire (ketin 1973). Xwedî nêrînên çepgir, sosyalîst bû.