Hazim Beg

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Hazim Beg
Jidayikbûn23 adar 1901 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin3 hezîran 1954 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mûsil Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêZaxo Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîKeyaniya Iraqê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • minister without portfolio (1950–1950) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Hazim Beg (jdb. sibat 1900 li Zaxo - m. 3ê hezîranê 1954, li Mûsilê) siyasetmedar, çalakvanekî mafê mirovan bû. Di komkujiya ermeniyan de, bi mal, milk û hemî hêza xwe alîkarî daye qurbaniyên ermeniyan.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kurê Şemdîn Axa ye. Li 26ê tîrmehê ya sala 1925ê weke wekîlê bajêrê Zaxo li meclîsê hatiye helbijartin. Li sala 1925ê bû endamê partiya Pêşkeftin "Al.Teqedim" û sala 1934ê bû endamê partiya "Wehdet al.Weteniye" ya Îraqê. Li sala 1950, bû wezîr û endamê meclîsê ya şahînşahiya Îraqê, li serdemê serokwezîrê wê demê Tewfîq al.Suweydî.

Hazim Beg yek ji xanedan û navdarên devera Zaxo bû û navê wî di kolanên vî bajarî de hatiye kolan. Ew mirovekî cumerd, dilovan, dilnerm û mêhrevan bû. Li serdemê cenga cîhanî ya yekem û li fermanên bednav yên Osmanîyên tirk li destpêka cengê li ser gelê ermenî, bi dehan xizanên ermenî koçberî bajêrê Zaxo bûn. Helwesta Hazim Begê li ser wî gelê zulimlêkirî û derbeder, gelek mirovane bû. Kar ji wan re peyda dikir, dihewandin, di nav mala xwe de xwedî dikir, alîkarî bi hemî cureyan dida.

Qurbaniyên ji ber nîjadkujiyê direviyan li taxa Kêste li navenda Zaxo kom dikir, alîkarî organîze dikir. Heta niha jî ew tax weke taxa ermeniyan dihête nas kirin. Ji bo vê alîkariya mirovane ya xelkê Zaxo ji bo gelê ermenî kirî, ermenî bi xwe ji berî her kesê dîdevan in.

Hazim Beg li 03ê meha hezîranê li sala 1954ê li bajêrê Mûsilê çûye ber dilovaniyê û termê wî veguhaste Zaxo û li wir di xaka bab-kalên wî de hatiye veşartin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Agahî ji lêkolînvan: Se´îd Hacî Sedîq Rezvan.