Hebenîska Amedê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hebenîska Amedê bi danê spî û goştê pîlê yê bihestî (yê mihê) didin ser. Hebenîsk xwarineke kurdistanî ye, li tevahiya herêman kêm-zêde terîfeya wê yek e. Li vir terîfeya ya herêma Amedê tê dayîn.

Ji bo vê xwarinê darkumikên, qemçikên bacanê reş ên hişkkirî pêwîst e. Li gelek deverên Kurdistanê viya bo zivistanê hişk dikin, di xwarinan de bikartînin. Bi taybetî li herêma Tolhildanê.

Berkeliya (melzemeyê) hebenîska Amedê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1/2 kg goştê pîlê yên bihestî (mih)
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) danê spî
  • 1/2 SA nîsk
  • 1/4 SA nok
  • 10 heb darkumikên bacanreşkê (qemçika serê bacanê) yên hişkkirî
  • 1/4 SA rûnê malê
  • 2 serî pîvaz
  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya fringiyê (tomatos, pamîdor, bacanê sor)
  • 1 KX gijnîj, şemujek (latînî coriandrum sativum)
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota sor)
  • 1 KŞ îsota reş
  • 1 KŞ xwê (solin)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goştê hûrkirî berdin quşxaneyê, dan û nîska şûştî jî û bidin ser agir. Du caran kel pê bînin û kefa wê bigirin. Qemçikên bacareşkê hûr bikin, berdin navê.

Di rûnbirêşkê de rûn bihelînin, pîvaza hûrkirî biqijilînin, mergeyê jî. Piştî qemçikên bacanê, viya (ango rûnbirêşkê) berdin nava goşt.

Gijnîj, xwê, îsota pûlpelî û îsota reş tevlî bikin, bihêlin bila bikele heya tehma xwe girt.