Hecî Bektaşê Welî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hecî Bektaşê Welî yan Hecî Begteşê Welî, derwêş, olzan, pêşawa, sofî, mîstîkkarek mezin ji Îranê ye. Damezirînerê Terîqeta Bektaşiyan (begteşiyan) e. Bi Farsî jê re Hacî Bakteş Walî, bi romîHaci Bektaş-i Veli dibêjin. Di nava salên 1209 - 1271ê de jiyaye. Li Nîşabûr a Xorasanê ji diya xwe bûye.

Jiyan[biguherîne]

Navê wî yê rastîn Seyîd Mihemed kurê Brahîm e. Pirraniya zanistan eslê wî bi Farisan ve girêdidin. Tenê romî (tirk) wî wekî mezinekî xwe didin pêş. Lê ev ji ber îdeolojî û dîroka fermî ya dewletê ye. Ango wextekê tişt û kesayetiyên baş dikirin esil-Tirk. Ev polîtîkaya dewletê bû.

Welî, li li Xorasan, Îran, Kurdistan û Anatoliyayê digere. Diçe kû derê pirr jê tê hezkirin. Baweriya wî mezheba Şîa ye lê ew bi nermî li ol û mezhebên din jî dinêre.

Li Anatoliyayê fîlozofiya wî bi daxwazên rojane yên Tirkomanan ku Elewî bûn, li hev dihat. Lewra Tirkomanan ji ber Elewîbûna xwe ji Osmanîyan zordarî didîtin.

Terîqeta Welî di demekê kurt de li seranser Kurdistan û Anatoliyayê navdar dibe. Ne tenê Elewî, gelek Sunnî jî dikevin terîqeta wî. Ew li dijî şîdetê derdiket, nirxê hişmendî û zanistiyê bilind dikir.

Ji şagirtên wî re Begteşî dihat gotin. Şagirtên wî biçûna ku, pesnê zanînê, aşitîxwaziyê didan. Dema Osmaniyan de, bi taybeti di keytiya Yawiz Selîm (Yavuz Selîm) de, komkujiyên Elewiyan pêk hatin. Bi sedhezaran Tirk, Kurd an Balkanî ji ber Elewîbûna xwe hatin kujtin. Elewî mecbûr diman xwe bispêrin çiyayên bilind ku xwe bifilitînin. Îro jî pirraniya Elewiyan li cihên bilind dijîn.

Wext tê hejmara alîgirên wî pirr dibin, terîqeta wî berfireh dibe. Hin caran li dijî Osmaniyan dengên xwe bilind dikin. Osmanî têkiliya xwe bi wan re baş dikin. Xizan û ciwanên terîqetê birêxistin dike û wan bikar tîne. Hêza bi navê Yenîçerî bi rêbazên Welî tên perwerdekirin. Bi kurtî, Osmanî hêdî hêdî vê terîqetê dejenere dikin, dîl digirin.

Terîqeta Begteşiyan li Balkanê jî gelek bipêşdikeve, bi taybetî di nava Albanan de.

Bi avabûna Komara Romê (Tirkiye) ve, îcar ew xwedî li nêrînên Welî derdikevin, bo berjewendiyên xwe bikartînin. Îro Elewiyên Tirkiyeyê bûne du bend. Bereyekê bi navê alîgirên Welî tên binavkirin û ew piştgirî didin sazûmaniya dewletê. Bereya din jî xwe ji dewletê dûr digirin, ew bêhtir hezkirina xwe bi Pîr Siltan Evdal ve girêdidin.

Dewleta Tirk wekî her tiştê li ser Welî jî gelek derew û dejenerasyon kiriye. Pirraniya romiyan wî îro jî wekî "tirkek eslê xwe ji bereya tirkên Okuz (Oguz, Okhuz) e" dizanin.

Hin ji fîlozofiya Hecî Begteşê Welî[biguherîne]

  • Eqil di serî de ye, ne di taca serî de
  • Çi bike, bike, derfetê bide perwerdekirina keçikan
  • Pirtûka herî pîroz, mirov bi xwe ye
  • Kirin girîng e, ne axavtin
  • Bes îbadet mirov biîman nake
  • Kaînat dirûvê Xwedê ye
  • Îbadeta xwe ne bi hestiyan, bi dil bike (ne bi dest û piyan)
  • Ti cudatî û dijberî di navbera mirov û Xwedê de nîne, têkiliyek xurt heye
  • Çi digerî di xwe de bigere, ne li Orşelîmê, li Makkayê
  • Destê xwe, pişta xwe, zimanê xwe kontrol bike

Ev terîqet bûye kana pêkenokan jî. Li ser Begteşî û şagirtên wî gelek pêkenok, metelok hene.

Nivîskar: Êlxan Penaber

Navên welî di wêjeya devkî ya Kurd de[biguherîne]

  • Pîr Mêro
  • Pîrê Kumsor
  • Pîrê Elewî
  • Hezretî Bektaşî
  • Welî

Çend ji pêkenokên Bektaşî[biguherîne]

Delîlên din jî hene

Pîr Mêro vexwariye û serxweş e. Ew bi tevî şûşeya şerebê girtine. Pîr Mêro: Lo min berdin, hûn çima min dibin? Te vexwariye. Me te bi tevî alavê tewanbariyê (yan jî delîla sûcê) qefiland. Tu dê cezayê xwe bikişînî. Li cem min alavê zînayê (yan delîla zînayê) jî heye.

Ez ji deynan hez nakim

Pîre Mêro û meleyek suniyan bi hev re di rêwîtiyê de ne. Mele sicadeya xwe vedike û dest bi nimêjê dike. Rikat li ser rikatê, silav li ser silavê.. Pîrê Elewî êdî pîr aciz dibe. Dema mele nimêja xwe xilas dike, jê dipirse:

-Heyran ev çito nimêj bû, te heşa Xwedê jî aciz kir lo.. -Min deynê hefteyekê da, ev hefteyek bû dimam qezayê.

Di bêhnvedanê de îcar pîr saza xwe dertîne dest bi beytan dike. Sed beyt û pêncî îlahiyê distrê. Îcar mele diqehire:

-Heyran ev çito beytgotin e, heşa Xwedê niha guhên xwe girtiye, ji ber dengê te. - Min pêşîniya hefteya bê da.

- Ma wisa jî dibe? Xwedê pêşîniyanan dipejirîne? - Çima Xwedê deynê te yê hefteyekê dipejirîne, pêşîneya min napejirîne! Ez hez ji deynan nakim.

Ker çi dizane şerab çi ye

Pîrê Elewî Pîr Mêro bi zorê birine mizgeftê û waeza înê pê didin guhdarîkirin. Mele behsa xirabiya şerabê dike.

- Hûn satilek şerabê û satilek avê bidin ber kerê, kêr dê kîjanê vexwe? Helbet dê avê? Çima? Pîr Mêro dibêje:

-Ji kerbûna xwe!

Qebehetê min bû

Pîr Mêro birine duaya baranê. Xelkê dest vekirine, berê xwe berî bi jor kirine dua dikin. "Xwedê, tu li me werî rehmê, xêra xwe baranê bibarîne".

Pîr Mêro:

Xwedêyo heger te barand, zeviya min jî ya di ber zinar de ye. Te da herkesê min jî jibîr neke.

Nişka ve erdxan (dinya) tarî dibe, ewrên reş dicivin û baran lê dike. Ji xelkê re şilî dibare, ji pîr re teyrok (zîpik, teriz, terî). Dibêje: - Qebehetê min bû ku min zeviya xwe rava te da.

Helbet meyxane ye

Mele temî li xelkê dike ku pîrê Elewiyan Pîr Mêro bînin mizgeftê dakû ew wî bîne ser riya wan. Gundî dikevin bin çengê wî bi saetan lava dikin lê ew ji gotina xwe nayê xwarê, dibêje "hûn çi bikin jî ez nayêm mizgeftê" Yek dibêje:

- Pîro hela bifikire, cihek wisa xweşik, mirov tê de hizûrê dibîne, tê ser riya rast, tê de ji derd û xemên xwe azade dibe, îmanê dibîne, şad û bextewar dibe kû der e? - Helbet meyxane ye!

Lê tu ji çi re dibî!?

Mele Mêro û Pîr Mêro li ser sifreya şerebê tên girtin. Wan dibin dîwana mîr dê gorî şerîetê bidarizînin. Ji mele dipirsin dibêje: -Heyran şaşiyek bû min kir, ez ê devê xwe bi heft avê teafîl bikim. Tobe dê êdî venexwim, min efû bikin. Efû nakin cezayê darvekirinê didin wî. Îcar dor tê pîr. Pîr dibêje:

-Ez ne ji mezhebên heq im, ne jî misilman im. Gorî şerîetê hûn nikarin min bidarizînin lewra bo kesên ne misilman in, şerab serbest e. Efû dikin. Îcar ew dixwaze hevalê xwe jî xilas bike. Dibêje:

-Hêjano gelo ez kelîmeî şehadetê bêjim, bibim misilman hûn dê hevalê min azad bikin? Qazî difikire, heger mirovek bikin misilman xêra wê pirr mezin e û mele jî serbest berdide.

Dema ji dîwana mîr derdikevin mele dibêje: -Heyran ma min tiştek ji te fêhm nekir. Him dibî misilman, him jî nabî. Him dibî biîman, him jî bêîman. Ev çi ji te ve ye! Pîr Mêro dibêje: -Kuro ez bûm gawir min xwe xilas kir, bûm misilman jî te xilas kir, êdî çi dixwazî.. Lê tu ji çi re dibî rebeno!?

Duayê parsekvanan qebûl nabin

Pîr Mêro 5 Paûnd dide parsekvan. Dibêje "qet ji min re dua neke". Parsekvan diheyîre û dipirse "çima dua nekim, ma dua xirab e?" - Heger duayên te qebûl ban dê xêra te ji te re biba, nebûya parsekvan.

Lê heger rehma Xwedê li masiyan were

Bagerê li keleka Pîr Mêro daye, di deryayê de bi tevî lawê xwe ketine têkoşîna mirin û jiyanê. Ya rastî pîr gelek tirsyaye. Lawê wî dibêje: -Bavo netirse, Xwedê bi rehm e, ew ê dengê me bibîhîse. Pîr vegerandiye:

-Lawo ez jî dizanin bi rehm e. Lê tirsa min ew e ku îcar rehma wî ne li me, li masiyan were.

Ez rê didim

Pîr Mêro rojekê di rê de rastî tolazek tê. Tolaz pêşiya Mêro dibirre dibêje: "Ez rê nadim kerên wekî te ku derbas bin". Pîr Mêro dibêje: "Ez rê didim", û vedikişe ji ber tolaz.

Mele pîrê fanî ye

Mele Mêro çi dike nake, civata wî diçe camiya meleyê Dewleta Romê kû bes derewan dike. Rojekê di ber mizgefta Romiyan (Tirkan) de derbas dibe dibihîse ku mele pesnê Ataturk dide. Êdî bi xwe nikare û dikeve mizgeftê. Dibêje "Ey ummeta Mihemed, Ataturk decalek e, kê pesnê wî bide dice dojehê".

Meleyê Tirk diqîre: "Ey cemaet ev kes kafir e, lê bidin". Cemaet êrîş dibe ser Mele Mêro, pûrtpûrtî dikin. Ev yek di dilê wî de dimîne.

Rojekê dîsa di ber mizgefta Romiyan re derbas dibe û dibîne mele dîsa pesnê Ataturk dide. Dîsa dikeve hundir. Lê îcar wiha bang li cemaetê dike: "Ey cemaet ev mele pîrê fanî ye. Herdu cîhan li ba wî yek e. Kê tayê mûyek porê wî bike nav nivişta xwe veşêre, cihê wî li herdu erdxanan (dinya) amade ye, qeza û bela jê dûr in".

Cemaet êrîş dibe ser mele û tayek pûrta serê wî nahêlin.

Ez milyaketê te me

Zilamê paşverû û nezan nimêje dike. Nimêja wî xilas bû silava xwe dide. Pîr Mêro li se milê wî yê rastê xwar bûye dibêje "Eleykûm selam".

Neyan dibêje "de her lo tu kî yî, dîn î çi yî!? Min silav neda te, da milyaketan".

Pîr Mêro dibêje: "Ez jî milyaket im"

- De her lo tu û milyaket!

- Ji misilmanên wekî te re milyaketên wekî min..

Kê şeraba xas dîtiye, ez winda bikim!

Pîr Mêro di remezanê de li ser sifreya şerabê girtine, derxistine pêşberî qazî.

- Ma ey bendê Xwedê, tu hatiyî vê salê han, kesê ji te re negotiye şerab heram e? Di van rojî û remezanan de bi çi eqilî te wisa kir?

- Birêz Qazî ew xeftanê te yê hevrîşimî yê bi zêran hatiye xemilandin jî ji bo misilmanek guneh e. Tu çima li xwe dikî?

- Pembo jî di navê de heye, ne tenê ji hevrîşimê ye.

- Şereba min jî saltgir (sade) nebû, nivê pirr ji avê bû.

Tu lawik bide pişta xwe

Neh keçikên mêrik hebûne. Mêrik gotiye "Xwedêyo ya dehemîn bila lawik be. Viya bikî qismetê min soz dê ez ê wî bi kerê derînim heya şerefeya mînareyê.

Roj tê Xwedê lawek dide. Divê soza xwe bicih bîne. Lawik li pişta kerê dike tîne ber derê minareyê. Dike nake ker di derê minareyê de derbas nabe. Ji dûr ve Pîr Mêro wan dişopîne. Tê dipirse û mêrik hal û meseleyê xwe jê re vedibêje.

Pîr Mêro: "Guh nedê, bêhna xwe teng neke. Were em herin berê steganek (qedehek) şerabê vexwin, pereyê wê ez didim.

- Na nabe, gune ye.

- Wê çaxê kerê bihêle, tu lawik bide pişta xwe hilkişe jor.

Ma te got qey dinya din kerxane ye

Mele waezê dide, behsa xirabiya şerabê dike. "Li wê dinê şerabxwir diçin heft qat binê dojehê. Ew sîseyên serabê, li ser pira siratê bi stûyê mirov ve darde dikin. Kî devê xwe nedaye alkolê diçe bihuştê, 70 horî didinê. 70 horî ne besê we ye ma..!?".

Pîr Mêro: "Melacan, şûşe vala ne yan dagirtî ne?

Mele: De her qeşmer, ma te qey got erdxana wê yalî (dinya din) meyxane ye!?".

Pîr Mêro: "Nezano lê te qey got ew der kerxane (berdêlxane) ye!?

Xwedê niha çi dike?

Pîr Mêro ji Îdirê diçe Sêrtê. Germa havînê ye, pirr westiyaye. Di binê darek bî de bêhna xwe vedide. Dibîne siwarek hat, ji kincên wî kivşe ne serbazê Mîrê Erdelan e. Tê cem pîr, silavê li hevûdu dikin. Serbazê mîr, dibîne Pîr Mêro ye, dibêje ka ji xwe re hinekê pê henekên xwe bikim, bikenim. Dibêje:

- Pîrcan, ji te pirsek min heye, Xwedê niha çi dike û gavekê din şûnde dê çi bike? Tu mirovê Xwedê yî, divê bizanibî.

Pîr pêderdixe ku zilam henekên (qerfên) xwe dike. Dibêje:

- Te ji min pirsek pirr mezin kir. Pêwîst e ez derbikevim ser cihekê bilind, bifikirim. Bo mînak li hespa te siwar bim.

Serbaz bi gotina wî dike. Pîr li pişta hespê siwar dibe. Lingê xwe dike rikêfê, hefsar dike destên xwe, dibêje:

- Xwedê niha bendeyek Mîrê Erdelan ji hespê piya kir û bendeyek xwe jî lê siwar kir. Paşê jî ji qûlê Mîrê Erdelan re got binêrê û ji yê xwe re jî got zû bike bajo!

Kûp kûptiya xwe dizane

Pîrê Elewî, Pîr Mêro ketiye meyxaneyekê. Ne kes silava wî digire, ne pê re qise dike, ne jî dengek ji wan derdikeve.

Pîr Mêro ji xwe re diçe ber kûpek şerabê disekine, xemgîn e û dibêje:

"Selamûaleykûm Kûp" û halê kûp dipirse.

Yek ji wan êdî nikare xwe bigire, dibêje: "Pîrcan, mirov dizane te hişê xwe xwariye. Ma mirov silavê dide kûpan? Pîr Mêro dibersivîne:

- Binêrin ev kûpek şerabê ye. Hundirê wê tijî şerab e. Lê dîsa jî di halê xwe de sekiniye, xwe jibîr nake, kûptiya xwe dizane. Lê hûn steganeke (qedeheke) şerabê vedixwin di halê xwe de nasekinin, xwe jibîr dikin, mirovtiya xwe nizanin, silavan nagirin.

Girêdanên derve[biguherîne]