Hecî Zembûr

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hecî Zembûr, kufteya bi zembûrê ya Semsûrê navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Pirranî li parêzgeha Semsûrê tê xwarin.

Li rojhilatê Kurdistanê, parêzgehên Amed, Ezirgan, Qers, Sêrt û gelek deverên başûrê Kurdistanê biharbêhna zembûr di kufteyan de tê bikaranîn. Ji zembûrê re herwiha cehter, catirî, awîşen jî dibêjin.

Berkeliya Hecî Zembûrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 2 KX (kevçiyê xwarinê) rûn
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) îsota sor
  • 1/2 pîvan têkela kufteyê ya Rihayê
  • 250 gr tîkogoşt
  • 1/4 SA (stekana-qedeha avê) nok
  • 6 SA av
  • 1 KŞ xwê (solin)
  • 1/2 SA awîşena (zembûr) hûrkirî
  • 1/2 kg mastê parzûnkirî
  • 2 dd (dendik) sîr

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji êvar de nokên xwe bikin avê, bi qasî 8 katjimêrî bila di avê de bimînin. Bi tevî goşt nokan bidin ser agir. Kefa wê bigirin, heya nermijî bûn, bixaşînin. Xwêyê pê werbikin.

Ji têkela kufteyê kufteyên bi qasî bindeqê çêbikin. Di nava ava şor de van kufteyan bi qasî 4-6 deqeyan biqaşînin. Kufteyan berdin nava goştê li ser agir dikele.

Awîşenê tevlî xwarinê bikin, heya awîşen nermijî bûn, bikelînin û ji ser agir daynin. Sîrê bikutin. Ji ava xwarinê hinekê bigirin, bi wê mast ron bikin. Sîr û masta xwe berdin ser xwarinê û li binikên servîsê belav bikin.

Di nava rûn de îsota sor biqijilînin wê jî berdin ser binikan. Êdî dikare bê servîskirin, xwarina we amade ye.