Hecbanî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hecbanî, Hecebanî, Hacvanî an Hezbanî (belkî ji Hacevend, ) êleke kurdan a dîrokî ye.

Dîrok[biguherîne]

Koka vê êlê ji aliyê Mûsilê, ji herêma Bahdînan bû ye, û gorê Ensîklopediya Îslamê ev êl di sedsala 11'mîn de li herêma Şîno, li rojhilata Kurdistan a îroyî dima. Sedema vê ciguhirînê dubendiyek bi hikumdarê Hemdaniyan Evdilê bîn Hemdan re di sedsala 10'mîn de bûye[1]. Şaxekeke Hecbaniyan ji Şîno koçberê Qefkasiyayê bûye. Sê dewletê kurdan a Revendî (Şikakî?), Şedadî û paşê jî Eyûbî, çimkî Eyûbî digijiyan Şedadiyan, bi eslê xwe Hecbanî bûn e. Tê zanîn ku Revendî ên pêşiyên Şedadiyan, çiqas navê wan erebî be jî, qebîleke Hecbaniyan bûn. Herwiha malbata Eyûbiyan xwedî du nisbeyên (pêşnav) el-Hecbanî an jî er-Reve(n)dî bûye[2].

Navê Hecbanî îro[biguherîne]

Li Kurdistanê û diyaspora kurdan de çend eşîrên piçûk an jî qebîlên eşîran bi navên Hecbanî hene. Li parêzgehên Tirkiyên Yozqatê û Qeyseriyê eşîreke (beşî asîmîle bûne) piçûk bi vî navê heye. Mumkun e kû ev di bingeha xwe de qebîleke êla Reşvend be. Li Xoresanê jî qebîleke êla Zaferanlû bi navê Hecbanî (an jî Hezbanlû) heye.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Minorsky: Kurds. EI1
  2. Guest, Rhuvon: Life and works of Ibn er Rûmî, 'Ali ibn el 'Abbâs, Abû el Hasan. Luzac & co., 1944, rp. 124