Hedîs

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hedîs (bi erebî حديث 'ḥadîth' pirane أحاديث 'Aḥâdîth' agahî, kevneşopî) gotin û kirinên Hz. Mihemmed in. Ji tiştên ku Pêxamber bê gotin red yan jî qebûl kirine jî hedîs tên gotin. Ji hemû tiştên di derbarê Hz. Mihemmed ra jî Sunet a Pêxamber tê gotin.

Hemû Hedîs ji naverokê (metn) û girtekê (isnad) pêk tên. Girtek bi xwe jî ji mirovên ku hedîsek riwayet kirine (rawî) tê holê. Hedîsek dikanî bi du aliyan lawaz be. Yan ji aliyê girtekê, yan jî ji aliyê rawiyan. Ji hedîsên beşa yekemin ra di gora saxlemiya xwe musned, mursel, muttesil, munqetî, mudal û mu'elleq tên gotin. Ji hedîsên beşa duyemîn ra jî mevzû', metrûk, munker û şaz tê gotin.

Mînakek ji bona girtekê: "A ji min ra got ku, wî ji B bihistîye û wî jî ji C bihistiye ku Pêxamber aha gotiye....."

Zanyarên ola Îslam ê hedîsan ji gora rewacdariyê/bawermendiyê di çar beşan da parva dikin: sehîh - xurt, resen, zexm; hesen - baş; ze'îf - lawaz, bişik û mewzû' - nerast. Va parva kirina ji gora rewacdariya girtekê û rawiyan bi hev re dibe. Lê yê herî pirr dîsa şexsîyet û jiyana rawiyan rolekî mezin dilizî.

Di diroka Îslam ê da gellek pirtûkên hedîsan hatine nivisîn. Niviskarên herî navdar Buxarî, Muslim, Malik ibn Enes û Ehmed ibn Henbel in. Ehmed ibn Henbel bi xwe imamê mezheba Henbelî yan e.

Pirtûkên navdar yên hedîsan:

  • Sehîhê Buxarî, el-Cami` es-seḥîḥ
  • Sehîhê Muslim, el-Cami` es-seḥîḥ
  • Ibn Mace, Kitab es-sunen
  • Ebû Dawud, Kitab es-sunen
  • Et-Tirmizî, el-Cami` es-seḥîḥ fî s-sunen
  • en-Nesaî, Kitab es-sunen
  • Malik ibn Enes: el-Muwatta`
  • Ahmed Ibn Hanbel: Musned ibn Hanbel
  • Yahya bin Şerefud-Dîn en-Newewî, Kitab el-Erbe`în

Kitêba hedîsan Riyadu's-Salihîn ya îmamê Newewî bi kurdî jî hatiye wergerrandin.