Heike Kamerlingh Onnes
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Heike Kamerlingh Onnes (* 21'ê rezberê 1853 li Groningen; † 21'ê reşemiyê
1926 li Leiden) fîzîknasekî Hollandî bû. Sala 1913'î Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jiyan [biguherîne]
Piştî dibistana amadeyî li zanîngeha keyaniya Hollanda ya li Groningen û zanîngeha Heidelberg perwerde dibîne. Sala 1882'î dibe profesorê zanîngeha Leiden.
Xebat û girîngiya wî [biguherîne]
Ew bo cara yekemîn di 10'ê tîrmehê 1908'î de keşfa elementa Helyûmê dike. Li ser radeyên ekstrem ên germahiyê lêkolîn kiriye. Rewşa elementan di germahî û sermahiyên mezin de şopandiye. Herwekî di bin êrîşên dijwar ên elektrîkî de lêkolîn li ser elementan kiriye û gelek destkeftiyên nû li zanîna fîzîkê zêdekiriye.