Helîme

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Helîme yan xalûmî

Helîme, penîrê jajiyê, yan xalûmî (yewnanî Χαλλούμι) penîreke nerm ê ji şîrê dewar an bizinê ye. Li girava Kîprosê deng vedaye. Ji vir 2000 sal berê jî li vê giravê dihatibûye xwarin. Wekî penîreke kîprosî tê binavkirin lê wan jî ji gelê bedewî girtine.

Bedewî ji şîrê mihê çêdikin. Dişibe Mozzarellaya îtalî. Penîrê jajiyê di arxavkê de, tenê yan bi zebzeyekê tê qelandin jî li mozzarelllaya îtalî pirranî bo taştê yê tê bikaranîn û naqelînin.

Tirkiye û doza helîmeyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewleta Romê (Tirkiye) sala 2007'ê, bi daxwaza fermî ya wezerata çandiniyê ya bakurê Kîprosê serî li YE'yê dide ku vê penîrê li ser navê tirkan tescîl bike. Daxwazî di tîrmeha 2010'ê te tê redkirin. Tirkiye îcar jî li hundir têdikoşe û di 7'ê tîrmehê 2010ê de, Enstîtuya Patentê ya Tirk jî viya li ser navê "tirkên bakurê Kîprosê" tomar dike û wekî markayek tirk viya bi fermî tescîl dike.

Ji sala 2008'ê ve ji aliyê şaredariya Lefkonîkoyê (Λευκόνοικο, bi tirkî kirine Geçitkale) ve, li ser navê vê penîrê festîval tê lidarxistin. Ev penîr ji bedewiyan belav bûbe jî, her sal di vê festîvalê de wekî penîrekî tirk tê pîrozkirin.

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Şîrê teze û to di germiya laşê mirov de tê germkirin, av û xwê tên tevlîkirin û bi hevre dîsa tên germkirin. Ava wê tê darivandin, hinekê tê rawestandin.

Bi qasê bêçiyê divê stûr be û wekî çargoşeyî tê parîkirin. Parîyên penîrê di nava jajiyê de bi qasî 10 deqeyan dikelînin. Ji nava jajiyê dertînin, xwê û pûjanê pê werdikin. Li bakurê Kurdistanê, li hin deveran bi tesîra zimanên cîranan jê re penîrê teleme jî dibêjin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Lenia und Barnim Heiderich: Zyprisch kochen. Edition diá, Berlin 1992. ISBN 3-905482-65-7 (almanî)