Helawa ardikê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Helawa ardikê li Dîlok, Erdêxan, gelek deverên herêma Serhedê pirr tê çêkirin. Pirranî penîr tê tevlîkirin. Hezkiriyên helawa ardê (arvan) ya bi penîr jî gelek in. Helaw ji şîraniyên sereke yên pêjgeha kurd e. Li vir terîfeya variyanta helawa Dîlokê hatiye dayîn.

Berkeliya (melzemeyê) helawa ardikê ya bi penîrê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 SA (stekana-qedeha avê) şîr
  • 1,5 SA şekir
  • 250 gr penîrê Dîlokê yan penîrê kêrko (penîrê deştiyan, penîrê Sêrtê, penîrê kilorkî, penîrê ku ji şîrê mihan tê çêkirin û bêxwê û rûn e, bi tirkî dil peyniri)
  • 1 SA ardik
  • 1/4 SA rûnê malê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Penîrê qetît bikin (bifeliqînin, şêrt bikin, zûl bikin, çênî bikin, tozî bikin), bikin nava avê bila demekê bimîne. Paşê derînin, bidarivînin.

Rûn di rûnbirêşkê de bihelînin, ardikê berdin navê, heya zerayî pê ket biqelînin, berdin badiyekê.

Îcar dora doşaviya wê ye. Şekir, şîr û avê bikelînin, ardika qelandî û penîrê berdin navê. Derxûna verok an quşxaneyê bigirin. Kel pê ket, agirê wê nizm bikin. Paşê ji ser agir daynin, hinekê bidin rawestandin. Beriya li binikên servîsê parve bikin, tevbidin.