Heliz
| Ev rûpel wê were betalkirin, ji ber ku ev ne gotareke derbasdar a Wîkîpediyayê ye. Heke tu nexwazî ev rûpel were betalkirin, sedema wê li guftûgoya rûpelê binivisîne.
Sedem: Bêdestûr: http://lotikxane.com/arsiv/lotikxane.com.xwerist.htm. Destûr: {{OTRS}} |
| Heliz | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Ferula communis
|
||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Navê zanistî yê latînî | ||||||||||||||
| Ferula communis (L.) |
Heliz an jî helîz (Ferula communis) hêşînhatek (nebatek) ji malbata helizê ye. Bejna wê li gor cih û cûre 70-200 cm bilind dibe. Gîyayek li cihên bilind û biharan hêşîn dibe, lê emrê wê pir kurt e. Reha wê 15- 20 cm di bin axê de ye. Belgên wê kesk, hûr û pirt pirt in. Kulîlkên wê zer in û li serê gupikên şaxan vedibin û dişibihin sîvankan (şemşîyan).
Li çiyayên Kurdistanê heta çiyarêza Qefqazan, nêzî 100 cûreyên helizê hene. Li Kurdistanê bixwe jî bi qederê 10- 15 cûreyên wê tên dîtin. Lê ji wan cûreyan bi tenê 2-3 cûre, di dema biharê de tên xwarin. Cûreyên din bi jehrî ne. Bi Tirkî ji helizê re çakşir otu tê gotin.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Welat û dîrok
Welatê helizê Kurdistan, Îran, Qefqaz û çend çîyayên bilind yên nêzîkî van welatan e. Dîroka helizê baş nayê zanîn. Tiştê tê zanîn di medenîyetên kevnar yên van welatan de ji bo bizirzêdekirinê wek derman, pincara xwarinê û êmê heywanan hatiye bikaranin.
[biguherîne] Berhevkirina reha helizê
Piştî şûştin û hişkkirinê bihêrin û bikin nav firaxên cam bi devgirtî hilînin. Paşê li gor hewcedariya xwe bixebitînin. Pincara wê ya taze berhev bikin û li gor dilê xwe bixebitînin.
[biguherîne] Têdahî
Li ser helizê û madeyên nava wê de zêde lêkolîn û analîz nehatine kirin. Lewra tiştên ku bi dest ketine, kêm in. Çend tiştên tê de ev in: tanen, reşîne, nişaste, alkolîtên cûrbecûr, saponîn, rûnên firek û hwd.
[biguherîne] Hunera di helizê de
1- Hêz û qudreta xwesteka zayendî (cinsî- seksî) zêde dike. 2 Afodizyanek bi bandor e. 3- Hejmar û bizava sperm ( bizir, tovê mêranîyê) zêde dike. 4- Jiyên bedenê bihêz dike, ji bo rakirina êşên wan dibe harîkar. 5- Rehan û hêrsbûnê diarimîne (rehet dike). 6- Ji bo astim û bronşîtê bi fayde ye. 7- Ji xirabûnên rista tevgerê (sîstema lihevgerînê) bikêrhatî ye. 8- Jibo nexwşiyên stewirbûn û qulipandina gazê pir başe. 9- Kêmbûna bêhêziyê ji holê radike. 10 Bedenê bihêz dike û kişt (jîr - aktîf) dike, stermûnê radike. 11- Zayînîkotiyê (tovên zayînê) zêde dike.
Gelek zanayên navdar gotine ku Heliz dikare bibe xam madeya vîagrayê. Li rojhilat, bakurê rojhilat, rojhilatê deryaspî, gîyayê bi navê heliz di mehên Gulan û Êlûnê de tê berhevkirin.
Tê zanîn ku li van deveran di demên kevnar de jibo derman hatiye bikaranîn. Li van deveran piştî tê kelandin û tahlatiya wê jê tê birin, wek xurek, pêxwarin û tirşî tê ser sifra xwarinê. Li hinek deveran toza reha wê bi hingiv re tê xwarin û jêre dibêjin “ Vîagra zilaman”. Herçend di raboratuwaran de têdahî û faydên wê bi awayek zanistî lêkolîn li ser nehatibin kirin jî, lê warê pêkanîna wê, nîşan dide ku hinek awayên Afrodîzyekan dihewîne. Di demên şer de jibo bihêzbûna leşker kulîlkên wê bi wan didan xwarin.
Ceribandinên Fakûlta Ziretê ya beşê zooteknîk li Hatay û Samsunê yên ku di salên 1999 an de hatibûn kirin, hatiye tesbîtkirin ku % 5- 10 tevlêkirina rehên helizê di nava êmên hogiç û beranên tovî de hem hogiç zexim kirine hem jî spermê wan zêde kiriye.
Li gor ceribandinên sala 2006 an, di wan bajaran de derketîye holê ku helizê lihevzêdebûna (zêdesayîna) pez zehf kiriye. Herweha hinek cûreyên helizê bervajiyê wê bandor kirine. Dîsa di ceribandinên 2006 an de, tesbît bûye ku cûreyên helizê yên bi jehr û bê jehr hene. Li gor wan lêkolînan bi tenê 2-3 cûreyên helizê bê jehr in. Û jibo xwarin û wek dermanê viagreyê tê bikaranîn. Lê hewceye ji hefteyekê berjortir li ser hev neyê xwarin. Heke ji hefteyekê zêdetir bê xebitandin, di be ku bibe sedemê nexweşî û arêşeyên bê çareserî.
Ereb ji reha helizê re dibêjin “Vîagra Libnanî”. Navê wê bi Erebî "zallouh" e. Ew heliz li çîyayên Suriyê hêşîn tê . Li ser reha helizê nivîsên Erebî hene. Yek ji wa nivîsan dibê: Li gor ceribandinên ku reha helizê li ser mişkên nêr hatîye kirin, derketîye holê ku hêza zayendî zêde kiriye û yên tiral xurt kirine.
Bikaranîn: 1- Çaya reha helizê 2- Macûna reha helizê. 3- Xwarinên helizê. Çaya reha helizê: Ji bo her kevçîyek şîranî reha helizê ya hêrandî 200 ml (qedehek av) ava kelandî berdin ser û bila 5- 10 deqan di dema xwe de bimîne. Paşê biparzinin û rojê 3-4 qedehên çayê jê vexwin. Macûna rehên helizê: Kevçîyek reha helizê ya hêrandî bikin nav du kevçiyên xwarinê, hingiv tevlê bikin û bixwin. Xwarin: Mirov dikare helizê jî wek sîyabo, mendê, gezing û hwd. şorbe, mixle, pêxwarin, borek û hwd. jê çêke.
[biguherîne] Çavkanî
- Malpera Lotikxane, B. Jinadar.
- Zana Farqînî. Ferhenga kurdî-tirkî. Estîtuya Kurdî ya Stenbolê.