Helly Luv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Helly Luv
Hêlî Luv (2014)
Navê rastî
Helin Abdulla
Jidayikbûn
Hêlîn Ebdulla

16ê çiriya paşîn a 1988an(1988-11-16) (35 salî)
EsilKurd
Navê din"Şakîraya Kurd"[çavkanî hewce ye], "Keça Şêr"[çavkanî hewce ye]
Hevwelatî Fînlenda
Pîşe
  • Hunermend
  • aktrîs
Salên çalak2009-didome
Bejn174 m (570 ft 10+12 in)
DînMisilman
Kariyera muzîkê
Cureyê muzîkê
AmûrVokal
Etîketa qeydê
  • G2 Music Group
Malperwww.hellyluv.com
biguhêreBelge

Helly Luv[1], Hêlî Luv, Hêlî Lov an jî Hêlî Lev, stranbêj, stêra pop û aktoreke ciwan e ku bi eslê xwe kurd e. Navê wê yê rastî Hêlîn Ebdulla (bi tîpguhêziya latînî ji alfabeya erebî: Helin Abdulla) ye û ew di 16ê çiriya paşîn a 1988an de li Ûrmiyê (Rojhilata Kurdistanê) hatiye dinyayê.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helly Luv di sala 1986an de li Ûrmiyê ji dayik dibe. Ew ji eslê xwe de xelkê Dihokê ye, lê di biçûketiyê de ji ber rewşe ne li bare ya Kurdistan Başûr ew dibine penaber li Rojhelatê Kurdistanê li bajarê Ûrmiyê. Herwisa ew bi malbata xwe re du salan di 1990an diçine kampa Amedê li bakur û dibine penaber. Pêşî jî rû dikine welatê Fînlendayê weka koçber û regeznameya wî welatî wergirtî ye. Di sala 2006an de ew li gel xêzana xwe diçe Los Angeles, Kalîforniya û li wir dest bi karwanê xwe yê hunerî dike. Heya îro jî (2015), ew li wir dije. Di sala 2013an de ew bi strana xwe ya naskirî "Risk It All" navdarbû.

Klîpên wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klîpên wê yên wêrek li ser YouTube navdar in û di 2015an de strana wê yê bi navê "Revolution" derket. Di vê klîpê de destgiriya xwe dide şorişa kurdan û hêzên pêşmerge ku li dijî minafiqên daişê şer dikin. Ev klîp ji aliyê zêdeyî heşt milyon bîneran ve hat dîtin. "Revolution" bû nameyeke bi hêz bo rêxistina terorîst a Daiş.

Helly Luv rastî gefên kuştinê hat ji aliyê Daişê ve piştî wê klîpa bi wêrek li cadeyên Hewlerê û gundekî xirabe li nêzîkî Mûsilê wênekirî ku li wir pêşmerge şerê Daişê dikir[2].

Helly Luv û sînema[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helly Luv di sala 2014an de bo cara pêşîn beşdarî fîlmekî Batin Qobadî ê bi navê Mardan bû.

Single[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • "Risk It All" (2013)[3]
  • "Revolution" (2015)[4]

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Crowcroft, Orlando (20 sibat 2014). "Kurdish singer Helly Luv dismisses threats over music video". The Guardian. Roja gihiştinê 12 tebax 2014.
  2. ^ Rojnameya Evro, 1693, 30.07.2015
  3. ^ "Risk It All by Helly Luv". itunes. iTunes. Roja gihiştinê 9 sibat 2015.
  4. ^ "Revolution". iTunes. iTunes. Roja gihiştinê 25 gulan 2015.
  5. ^ "Mardan". IMDB. Roja gihiştinê 2 tîrmeh 2015.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]