Hemikan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hemikan û an jî ku Hamika, aşîreka kurd ya pirr mazin a. Bi teybetî li herême botanê li dora cizîr, hezax û şirnaxê bicih in. Di sadsalên 15´min û li gor hin vegotinna jî tê gotin ku 16´min de, çengekî aşîrê ê mazin jê qûtbûya û çûya li dora Wanê û gola wanê bicih bûna. Ji wî çengê ku çûna û li wir bûn, çengek ji wan jî bûya û çûya li dora heskîfê û li wan şîkeftên wan şîketên wê ên mazin bicih bûna.

Tê gotin ku ji wî çengê wan ên ku çûya ber heskîfê ji wan re "rama" jî hatîya gotin. Lê li gor hin gotinna jî tê gotin ku "rama" aşîreka din ya bi serê xwe ya û ne ew in. Hemika, î ro jî li dora Nisîbîne, gundên weke Qaraxrabê, ayserê, xirabê sosîna, xirabê darik, delevê qasrê hinek ji wan, gundê Zergûza xwerê û gundê Zergûza banî, banih, serkehnîkê û hwd çend ji gundê wan in. Ji xaynî van hê bi dehan gundên ku ew tê gotin ku lê bicihbûna jî hena. Li ber hezzaxê, gundên weke Raşmilê, xirabê xûwa, xirabê nêrîya, Barimê, Babekê û hwd jî, gundna ku tê gotin ku aşîra "alîka" lê bicih in. Lê van gundan jî hemikî û ji êla wan li wan hena.