Kîlke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hemsî hat beralîkirin)

Kîlke, hemsî, hamsî yan jî sardela ewropayî (Engraulis encrasicolus) masiyeke hûrik e, di nava masiyên sêld (Clupea harengus) de tê hejmartin, di desteya Clupeiformes de ye. Li bakurê Kurdistanê bi bandora gelên cîran hemsî bêhtir tê bikaranîn. Kîlke di pêjgeha laz de cihekê taybet digire.

Li gelek deryayan cihwar e. Li Kurdistanê kîlkeyên Deryaya Navîn û Deryaya Reş tên xwarin. Kîlke dikare di avên çeman û avên deryayê yên şoriya wê di navbera 0,5 heya 4,1 %'ê de ye bijî. Heya 20 cmyê dirêj dibin. Di mehên kanûna paşîn û adarê de bo xurdemeniyê nêzîkê peravan dibin. Temenê wan bi qasî 4 salan e. Carekê de dora 40 hezarî hêkan dikin. Bi rojê di kûraniya 30–40 m, şevê jî nêzîkî rûyê avê ajnê dikin. Di pêjgeha kurd de herwiha ji vê masiyê hin xwarin tên çêkirin.