Henêfî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Mezhebê Henêfî, bi (Erebî: الحنفية an jî المذهب الحنفي) di ola Îslamê de yek ji mezhebên sûnî fiqihê ye.

Mezhebê Henêfiyan ê îtiqadê (bawerî) jî matûrîdiye ye. Navê Henêfîtiyê ji navê sazûmankarê wê Ebû Hanîfe (Nûman bin Sabîd) (699-767) tê. Li welatên Kurdistan, Turkmenistan, Afxanistan, Tirkiye, Hindistan û Pakistanê berfireh e.

Di îslamê de ji çaran pirtir mezheb hene. Lê Henêfîtî û sê mezhebên din hem wekî her çar mezhebên herî mezin hatine qebûlkirin. Ji aliyê girseyê ve jî ji ber vî rengî her çar mezheb herî berfirehtir in. Her çar jî mezhebên sûnî ne. Di nav her çar mezhebên sûnî de jî Henêfîtî ji aliyê girseyê ve herî mezin e. Girseya Henêfiyan di di nav girseya giştî ya îslamê de %45'an pêk tîne. Hersê mezhebên din Şafiî, Malikî û Hembelî ne.