Heng (artêş)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Heng, alay ji yekîneyeke leşkerî re tê gotin. Ji lîwayê biçûktir, ji gurdanê mezintir e. Fermandariya wê ji aliyê serhengek (mîralay) ve tê kirin. 3-4 gurdan dibin hengek. Heng jî parçeyek ji lîwayan e.

Ji 1.300 - 3000 eskeran pêk tê. Di her cureyê artêşê de heng hene. Di serdema navîn de di nava pevçûnên keyaniyên Ewropayiyan de cure cure rêxistinîbûnên leşkerî derketiye holê. Yek ji wan jî heng e.

Di artêşên nûjen de yekîneyên herî biçûk jî dikarin gorî pêdiviyan hemî çekan bikarbînin. Di serdema me de wate û naveroka şer hatiye guhertin, bicihanîna armancan ji ser her tiştê re tê girtin. Ji bo serketinê îro pirranî şerên nûjen tên kirin.