Hereke

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Bikarhanîna herekeyan:
hêşînê vekirî: fethe (ser), keskê vekirî - kesre (jêr)
sor - demme (ber), qehweyî - sukûn
hêşîn - teşdîd (şedde), mor - hemze

Hereke (bi erebîحَرَكَة ḥaraka) di alfabeya erebî da nîşankên ku di şûna dengdêran de têne bikarhanîn. Jixwe di alfabeya erebî de, herf dengdar in.

Herekeyên ku bi erebî tên bikaranîn

Bikarhanîna herekeyan di Quranê de û di hînbûna zimanê erebî de tê bikarhanîn. Ji bilî vî, di kitêb û rojnameyan da bi gelemperî hereke bikar nahên. Di metnên bê hereke da divê meriv zimanê erebî baş bizanibe ta ku bikaribe bixwîne û fehm bike.

Sîstema herekeyan[biguherîne]

Sîstem di sedsala 11an de ji aliyê Xelîl ibn Ehmed (el-Farahidi) ve hatiye sazkirin.

Di sîstema herekeyan da 8 işaretên bingehîn hene: fethe (ser), kesre (jêr), demme (ber), tenwîn (du ser, du jêr, du ber), sukûn (cezm) û teşdîd (şedde).

Fethe[biguherîne]

Fethe

Fethe (فتحة‎‎) (bi kurdî wek ser tê zanîn) nîşanka ku li ser herfê tê xêz kirin û hinekî xwar e.

Herfa ku fethe li ser e, bi dengê eya kurdî (aya kurt a erebî) dide xwandin.

Kesre[biguherîne]

Kesre

Kesre (كسرة) (bi kurdî wek jêr tê zanîn) nîşanka ku li binê herfê tê xêz kirin û hinekî war e.

Herfa ku kesre li bin e, bi dengê i dide xwandin.

Demme[biguherîne]

Demme

Demme (ضمة) (bi kurdî wek ber tê zanîn) nîşanka ku li ser herfê tê xêz kirin û mîna fiyonkê ye.

Herfa ku demme li ber e, bi dengê u dide xwandin.

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)