Hermann Hesse

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Hermann Hesse

Hermann Hesse

Biografî[biguherîne]

  • 1877 2. tîrmehê de, Hermann Hesse ji bavekî misyoner Johannes Hesse û diya wî Xanim Marie (Cihzê. Gundert) li Calw ji dayîk bû.
  • 1891 wek Stipendiat di evangelische Klosterseminar Maulbronn de hate pejirandin. Pîştî 7 mehan, ji wê rehbaniyê direvê, jiber wî nedixwest ji bilî helbestanvaniyê karekî din bike.
  • 1895 Hesse dest bi karekî di pirtûkxaneyekê de kir, li Tübingen, û li wir karê wî ê toreyî dest pêkir
  • 1898 dîwana Hesse a yekem bi navê "Romantische Lieder= Sitranên Romantîk" hate weşandindin.
  • 1899 Hesse pirtûkeke pexşane bi sernavê "Eine Stunde hinter Mitternacht= se´etekê piştî nîvê şêvê", weşand.
  • 1899-1903 Hesse diçe Basel û li wir jî di pirtûkxaneyekê de kar dike.

Di 1904an de, nav û dengê Hesse belav dibe, ji ber weşana romana wî "Peter Camenzind", ko tê de rexne li pêşveçûna şaristaniyê digire û bi Photographa ji Basel Maria Bernoulli dizewice û dibin xwedî sê zarok.

  • 1904-1912 Hesse êdî xwest karê nivîskariyê tenê bike û bi malbata xwe re li Bauernhaus li Gaienhofen li Bodensee dijî.
  • 1906 Hesse di pirtûka kurte-çîrokên xwe de a bi navê "Unterm Rad = çerxê”Dûlab” jêr" zarokatiya xwe û astengiyên ko wî derbaskirin dike babet û mijarên vê pirtûkê.
  • 1907-1912 Hesse digel Albert Langen (1869-1909), Ludwig Thoma (1867-1921) kovareke çepên lîberal "März=Avdar" diweşînê.
  • 1911 Hesse û hunermendê şêwekar Hans Sturzenegger (1875-1943) geştekê bo Ceylon, Singapur û Sumatra dike. Ev geşt kartêkirineke mezin li jiyana wî dike
  • 1912 Hesse û malbata xwe li Bern binecih dibin

1914 Hesse xwe wek leşeger di cenga cîhanî yekem de tomar dike. Hesse xwe nagirê û li dijî cengê radiwestê û wî wek mirovekî xayîn li dijî welatê bav li qelem didin. Hesse direvê û xwe digihînê Swêsra bo hevwelatiya wir werbigirê.

Ji 1916 Mirina bavê Hesse, nexweşiya kurê wî Martin, bodîlebûna jina wî û êlperestiya gelek intellektû´êlên wê demê, ew pir xemgîn kir û kete nav nexweşiyeke derunî pir mezin. Mecbûr dibe her nik dr. Derûnî ko şagirt bû ew jî Carl Gustav Jung (1875-1961) bû. Ev serpêhatî di romana wî a bi navê "Demian" (1919) diyar dibe. Carl G.Jung, dibêjiyê hewl bide ko tu hînî hunerê şêwekariyê bibî û bi vî şêweyî wî derman dike.

  • 1919 Hesse bi tena xwe, bê malbata xwe li Montagnola li Tessin binecih dibe û jiyana xwe a mayî li wir diqedîne. Li wir Hesse nameyan bo xortên Elman rêdike û nivîsên xwe bo wan terxan dike û berê xwe dide wan, bi mebesta ko ew bikaribin, dîmenên Elmaniya ên giyanî biguherînin û nû bikin û bi hêviya ko rê li ber şerên din bête girtin.
  • 1922 Romana H.Hesse a bi navê"Siddharta" tête weşandin.
  • 1923 Hesse dibe hevwelatiyê Siwêsirî û jina xwe berdide.
  • 1924 Careke din H.Hesse bi Ruth Wenger dizewce û wê di sala 1927an de, berdide.
  • 1926 Preußische Akademie a hunerî Hesse wek endam dipejirînê.
  • 1927 Romana Hesse (Steppenwolf=dîlana gurgan) tête weşandin.
  • 1930 Romana "Narziß und Goldmund= Nercisî û zêreheyv" tête weşandin.
  • 1931 Hesse careke din bi mêjûnasa hunerî Ninon Dolbin dizewce.

Di vê salê de, jiber sedemên siyasî dest ji Preußer Akademie berdide.

  • 1933-1945 Tevî ko Hesse ne bi tu hêzên siyasî û partiyan girêdayî bû, lê wî di name û nivîsên xwe de, eşkere li dijî Naziyan bû û pirr alîkariya wan hunermend û nivîskar û rewşenbîrên jiber zulma naziyan revibûn dikir.
  • 1946 Hesse xelata Goethe a bajarê Frankfurt/Main werdigire.

Komîsiyona Nobela xelata toreyî bo kar û nivîsên wî, xelata Nobel didinê.

  • 1947 Zangoya Bernê Dektora rûmetê didin H. Hesse.
  • 1955 Hesse Xelata Aştiyê a pirtûka Elmanî werdigire.
  • 1962 li 9. tebaxê Hermann Hesse li Montagnola diçe ser dilovaniya xwe.

Ji vê Biografiya Hermann Hesse, diyar dibe, ka vî nivîskarî xwe bo xweşiya jiyana mirovan berpirsiyar dîtiye û di ber mirovayetiyê de, xebateke bêhempa û bêrawestan daye birêvebirin, li vir jî diyar dibe, ko erkê nivîskar û rewşenbîran netenê nivîsîna nivîsên ciwan û bi huneriya xwe bilind in, lê belê cenga li dijî hemî şêweyên zulmê, erkekî herî sereke ye yên rewşenbîr û nivîskaran.