Herran

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Navçeya Herran
Harran
Harran-beehouses.jpg
Xaniyên wek kewaran li Herranê

Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Riha (parêzgeh)
Serbajar Herran

Hejmara nahiyan 1 nahiye
Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 96 gund

Gelhe (2012) 65.564[1] kes
Rûerd 701 km2
Berbelavî 93,53 kes/km2
Bajarê navendî
Koordînat 36°51′53″Bk 39°1′52″Rh / 36.86472°Bk 39.03111°Rh / 36.86472; 39.03111
Gelhe (2012) 7.375 kes
Bilindayî 370 m
Koda postayê 63510
Koda telefonê (+90) 414
Nexşeya cihan Tirkiye
Herran (Tirkiye)
Herran

Herran an jî Heran (bi tirkîHarran) yek ji navçeyên Rihayê ye.

Herêm xwedî dîrokeke gelek kevn û dewlemend e. Ev bajar weke bajarê kevnar ê Herranê tê zanîn ku gelek bermahiyên wî yên dîrokî hê jî peyda ne, bi taybetî li nêzî sînora Sûriyê. Bajar bi malên xwe yên celbî ku xwediyê xuyabûneke cuda ne - wek hêlînên mêşên hingivan - bi nav û deng e. Di sala 1270'î de Mongolan hemî dewlemendiya herêmê rûxandine û talankirine.

Herran 44 km li başûr-rojhilatê bajarê Rihayê disekine. Jimara gelheya bajêr 7'370, ya navçê jî 61'520 e (sal 2008). Pirraniya rûniştvanên Herranê ereb in. Bajar û dora xwe di sala 1987'î de bûne navçe. 76 gund û 14 mezreyê wê hene.

Dîrok[biguherîne]

Di pirtûkên pîroz de[biguherîne]

Li gorî Încîlê, pirtûka pîroz a xirîstiyanan malbata Terach xwe li Herranê bi cih kiriye, piştî ku ew ji bajarê Ûr koç kirine. Pêxember Îbram Xelîl li wir jiyaye û pişre ji wir ve derbasî bajarê Kanaan bûye. Nêviyê wî Yakûb jî ji birayê xwe yê cewî Esau reviyaye Herranê.

Berî zayînê[biguherîne]

Stela (kevirê gora) Nabonîd li Muzeya Arkeolojîk a Rihayê

Ji ber ku ev herêm beşek ji Mezopotamyaya şîn bû, civakên kevnar heta 3000 sal B. Z. xwe li wir bi cih kiribûn.

Navê bajêr ê akkadî 'Harranu' tê wateya 'seyran' û 'kerwanê'. Li gorî dîroknasan navê bajêr ê herî kevnar cuda bûye û bi derbasbûna demê ji aliyê gel ve wek 'Herran' hatiye guhertin.

Di dema Babîlona kevnar de Herran navendeke girîng a seyran û dan û standinê ya di nava bajarên Qarqamiş (li ber çemê Ferêt) û Nînîvê (li ber çemê Dîclê) bû.

Navê bajêr cara ewil di çavkaniyên dîrokî yên Ebla de an wek 'Ha-ra-an' an jî 'Ha-ra-anu' derbas dibe. Herwiha, di 'nameyên Marî' yên Zîmrî-Lîm de ev bajar wek beşeke federasyona bajarên Zalmaqqum derbas dibe. Hê di wê demê de qala perestgeha xwedayê heyvê Sîn tê kirin. Di wê perestgehê de kevira pîroz a Sîn dihate veşartin.

Ji 18'mîn sedsala B. Z. gelê hûrrîtî ji çiyayên Zagros û Taurusê derbasî bakurê Mezopotamyayê bûn û herêmê xistin bin kontrola xwe. Di sedsala 15'mîn û 14'mîn ên B. Z. de Herran kete nav împaratoriya mîtannî.Ber bi dawiya 14'mîn sedsala B. Z.'ê ve Herran ji aliyè hetîtên di bin 'emra Šuppiluliuma I. de hate wêran kirin. Dûvre herêm kete bin kontrola asûriyan.

Salmanassar III. li dora sala 850 B. Z. perestgeha pîroz a heyvê ji nu ve avakir û bajar wergeriya yek ji navendên herî girîng ên împaratoriya asûrî.

Heta sala 610 B. Z. Harran bajarê keyaniya asûrî bû: di wê demê de qiralê Aššur-uballit II. li vî bajarî dima. Lê dûvre bajar ji aliyê medî û babîloniyan ve hate fethkirin. Dayika Nabonîd (555 - 539 B. Z.), qralê dawî yê babîlonî, rahîba perestgeha Sîn a li Herranê bû. Nabonîd bi xwe di sala 542 B. Z. de perestgeheke din a heyvè ya bi navê Ebulhul da lêkirin û hewl da Sînê bike xwedaya herî girîng a îmaratoriya xwe. Lê rahîbên Babîlonê nerazîbûna xwe li vê yekê nîşan dan û evya bû sedema dawiya împaratoriya wî.

Çaxa antîka klasîk[biguherîne]

Di sedsala 6'mîn a B. Z. de Herran beşeke împaratoriya axemanîd a farisan bû. Di sala 331'a B. Z. de bajar ji aliyê Îskznderê mezin ve hate feth kirin û bi vî havî derbasî hikmdariya Seleukîdên makedon bû.

Di dawiya sedsala 2'mîn a B. Z. Herran bû bajareke parthî û - piştî Edessa - wergeriya dûwemîn bajarê girîngtir a keyaniya Osrhoene.

Romayîyên kevnar bajêr wek Carrhae bi nav dikirin. Triumvirê romayî Crassus piştî ku di sala 53 B. Z. xwest bajarê Carrhae ji destê parthiyan bistîne şerê Carrhae destpê kir û digel 25'000 leşkerên romayî jiyana xwe ji dest da. Zanistvanê kevnar Plutarch di nivîsên xwe de bi awayeke berfireh qala vî şerî dike. Ev şer yek ji têkçûyînên herî giran ên dîroka romayî bû. Di bin hikmdariya împarator Septîmus Severus ev herêm di dawiya 2'mîn sedsalê de bû beşeke Împerium Romanum. Kurê wî, împarator Caracalla, di sala 217'an de li ser rêya warê pîroz (Orşelîm?) hate kuştin.

Di sala 260'an de li nêzikî Carrhae şereke dijwar di nava qralê faris Şapûr I. û împaratorê romayî Valerian pêk hat û di encama vî şerî împaratorê romayî têk çû û hesîr hate girtin.

Qralê palmyrî Odaenathus di sala 264'an de bajêr ji destê farisan girt. Gava împaratoriya Palmyra piştî çend salan ji aliyê împaratorê Aurelian ve hate şikandin, Carrhae dîsa kete destê împaratoriya romayî.

Bajarê Edessa hê di wê demê de wergeriyabû navendeke olî ya xirîstiyantiyê, lê Carrhae bi xwe navendiya xwe ya bona ola kevnar diparast. Heta sedsala 4'mîn olperestên romayî yên xwedayê heyvê Selene (Sîn) hebûn, wek împaratorê Julian. Wek mînak: Di çavkaniyên dîrokî yên ku qala çûyîna heca xirîstiyan Aetheria dikin (ku ew di sala 385'an de hatibû Carrhae), Aetheria bi giranî behsa 'pûtperedtan' dike û bal dikişîne ser vê yekê ku di wê demê de jimara oldarên xirîstiyan gelek kêm bû. Dîsa li gor hinek çavkaniyên din perestgeha heyvê di bin hikmdariya Theodosius I. de hatiye şaetandin. Lê hê di sedsala 6'mîn de Prokopiosê Caesarea aniye ziman ku di bajarê ku ji aliyê xirîstiyanan ve wek 'Hellenopolîs' (bajarê pûtperestan) dihate bi nav kirin hema hema tevahiya gelheya bajêr ji oldarên ola kevnar ve pêk hatiye. Îro, mirov kare hebûna olperestên heyvê heta sedsala 9'mîn tespît bike.

Li gorî îddiayekê Carrhae ev der e ku platonîsiyenê nujên û heyvperest Sîmplîkios di sala 532'an de zanîngeheke felsefeyê damezirandiye û tê texmîn kirin ku zanîngeha wî heta sedsala 7'mîn hebûye.

Çaxa navîn û dema îroyîn[biguherîne]

Du sal piştî ku qalîf Omar di sala 637'an de Orşelîm û Edessayê feth kir, dûvre Herranê jî bi dest xist. Qalîfê dawî yê ûmayyandan Maerwan II. Herranê di sala 745'an de wek navenda xwe ya hikûmetê hilbijart. Di heman sedsalê de yekemîn mizgefta bajêr hate lêkirin. Dibe ku ji akademiya neoplatonîk medrese ya ku wek zanîngeha herî kevnar a cîhana îslamî tê zanîn pêşkeyiye. Her çiqas medreseyên din ên wek ya Bexdayê hatibin damezirandin jî, medreseya Herranê demeke dirêk wek navenda astronomî û alşîmiyê dihate qebùl kirin. Li gorî ayeteke erebî Herran welatê Cabir îbn Hayyan bû.

Di sala 830'an de qalîfê ebasî El Me'mûn bi zorê ola îslamê li rûniştvanên bajêr yên ku ne bisilman in daye qebul kirin. Lê hinekan xwe weke sabî bi nav kirine da ku ola xwe ya kevnar biparêzin (sabî yek ji ew olan e qur'an wek oleke serbixwe qebûl dike).

Piştî fethkirina Edessayê ji aliyê bîzantînan ve fadîmîdan di bin hikmdariya qalif Az-Zahîr de di sala 1032'an de li Herranê kelekê avakirin. Perestgeha heyvê ya kevnar a ji dema babîloniyan di bin dîwarên vê avahiyê winda bû.

Di dema yekimîn sefera xaçê xaçperestan Herranê xistin destê xwe, lê di sala 1104'an de li hemberî selçûkan têk çûn. Di sala 1187'an de siltan Seleheddîn mizgefta Herranê da restore kirin. Di sala 1260'an de moxolan mizgeft û perestgeha dawî ya sabiyan şaetandin: perestgeh piştî ku hatibû şewitandin êdî negihîşte prestîja xwe ya berê. Tenê dîwarên sîtadela kevin a bajêr ber ma.

Di dema osmaniyan de Herran wergeriya gundeke bê prestîj. Gava di sala 1915'an de komkujiya ermeniyan pêk hat, gelek ermeniyên ku berva çola Sûriyê hatibûn koç kirin ji Herranê jî derbas dibûn.(2) Rûniştvanên ereb ên bajêr xwedî li gekek zarokên ermenî ketin û wan xilas kirin, lê ew zarok mecbûr man ola îslamê qebûl bikin. Lewra neviyên wan îro giş bisilman in.

Galerî[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

Girêdanên derve[biguherîne]


36°51′53″Bk 39°01′52″Rh / 36.86472°Bk 39.03111°Rh / 36.86472; 39.03111

Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)