Hesenê Sebah

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Hesenê Sebah

Hesenê Sebah (bi farisî: حسن صباح, Hasan-e Sabbah, bi erebî: حسن الصباح‎, Hassan aṣ-Ṣabbāḥ), (1034 li Qum, Îran - 1124) yek ji serokê terîqeteke Îsmaîlî bi navê Xaşxaşî tên zanîn.

Hesenê Sebah li bajarî Qum hati bû dinê û ji pê re jî bi malbata xwe ve bara Rey kir. Kênge ew 17 salî bû wî zavê bav û dê ya xwe ber da û derbaza zavê Dozdeh Îmaman yê Şiayan bû û keta bin fermana dewleta şiî ya Fatimiyan. Li wir ew keta çavên xelîfeyî Fatimîyan û xelîfe ew şande Qehîreyê. Gorî gotineke Omer Xeyam, Nizam el-Mulk û Hesan tev li xoca fêr girtî bûn û ji hev re wiha soz ber da bûn: "Ger ku kî serketî bibe dike, ji yên din re jî piştgirî ye bike" . Gorî vê sozê Nizam el-Mulk bû wezîrê Selcûqiyan û Omer Xeyam û Hesenê Sebah jî anîna kargera selçûqiyan. Lê ji pê bûyereke re Hesenê Sebah ji aliya Malikşah hat heps kirin û bi cezaya îdamê hat ceza kirin. Lê ji pê têkîlahiyê Omer Xeyam re ceza hat rakirin û Hesan hat ji welat sûrgûn kirin. Hesenê Sebah li Qehîre di 1076an de der ket û ji pê gereke du salanê li ser Azerbaycan, Îraq, Mezopotamya, Kurdistan û Sûriyê re di 1078an de.

Dema ew li Qehîreyê bû wî dewama xebatên xwe kir. Lê kênge ew ji aliya xelîfeyî Fatimiyan li wir hat heps kirin şunda ew li wir der ket û di 1090an bi peyayên xwe ve kelaya Elemûtê nêzî Deryaya Mazenderan dagir kir û heta mirina xwe li wir ma. Wan ji pê kela dest xwe xistin re bajarên dor kela jî dagir kirin. Lê kênge ew nûçeyan çû na Nizam el-Mulk û Malikşah wan du artêş şandina ser Hesenê Sebah, lê Hesenê Sebah bi peyayên xwe û bi endamên terîqeta Îsmaîlî ve kela xwe bi serketî parast.

Kele di destê wan de ma heta ji aliya Hulagû Xan ve di 1254an de hat valakirin.