Hesp
Ji Wîkîpediya
| Hesp | ||||||||||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Hespeke mehin
|
||||||||||||||
| Dabeşandina zanistî | ||||||||||||||
|
||||||||||||||
| Navê zanistî yê bi latînî | ||||||||||||||
| Equus caballus Linnaeus, 1758 |
||||||||||||||
| Hevwate | ||||||||||||||
|
Hesp (bi soranî, esp), astor dewarek e ji keran mezintir e û bo siwarbûn û bar hilgirtinê û cot ajotinê têt bikaranîn. Bo ku simên wan neêşin, tên nalkirin.
Ji hespên mê re mahîn yan mehîn tê gotin. Yên ciwan jî canî an canîk in. Ji yên berî siwarbûnê re li hindeveran hesptor tê gotin. Cureyekî hespên yê pir mezin heye pê ra dibêjin qedene. Bi hespên çê ra dibêjin kihêl.
Hespên çê bi rehwanî direvin. Reva rehwanî ew reva ku her du nigên pêşîyê bi hev ra davên e. Mehnê ku hespan hubiki rehwanîyê sindifê davên nigên pêşîyê. Reveka din ya hespan heye ku pê ra dibêjin liq. Liq revê hêdî ya ku hesp nigên bi hev ra navên e.
Hesp di çandê Kurdan da cihiyakî giring digire. Ji bo şuxul û karan bi kar anîn li hêlekê dema berê bûk li hespan dikirin. Wextê ku bûk diwirin jî xortan hesp xar dikirin.
Hesp ajalekî pir zexm û bi hêz e. Ew zexmîyê xwe ku çi qas bi kar e jî li hêlekê mixeter ye jî. Ajalên mina ker û hespan zîtan davên, yanê simên xwe yên paş li merivan dixin. Ku hepsek zîtekê rasta berjorî zikî merivan bîne dikan merivan bikuje.
[biguherîne] Bide ber
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».

