Hevîzar

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Hevîzar
Ribwort 600.jpg
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
(ne eşkere ye) Eudicots
(ne eşkere ye) Asterids
Kom: Lamiales
Famîle: Plantaginaceae
Cins: Plantago
Cure: P. lanceolata
Navê zanistî yê latînî
Plantago lanceolata
L.

Hevîzar (Plantago lanceolata) belga (pela) birînê, giya dûpişk, gîyayek bêar e. Li her deverê şîn tê. Li devê rêyan, li ber lêvên cûyan, li nav çîmenan. Du cûreyên wê hene. Belg pehn û belg (pel) dirêj. Bandora herduwan jî wek hev e. Bandora wê ya antîbîotîk bi tibî hatiye tesbîtkirin. Bi gelenperî jibo organên givirandinê (sîndirim sîstemî ) xwasma jibo belxem, kuxik, xenikok, astima kezebê, tuberkulozê (Jana zirav - werem) gelek bikêrhatî ye. Çi giya û pincar (derveyî Lûş-lîş ê) nikarin wek wê xwîna pişikê û mexde paqij bikin. Lewra divê kesên mexde û pişik lewaz (zeîf ) û kesên her jar û lewaz dimînin, wê bi kar neynin an jî kêm bi kar bînin. Çi bandorên wê yên nerînî nînin. Pel, tov (bizir) û binka wê tê bikaranîn. Di kevnar de Çîniyan jibo weremê, Medan û Romayiyan jibo brînan û kuxukê, Eleksenderê Mezin jî jibo serêşê bikar tanî.


Naverok[biguherîne]

Madeyên hundur: Mîneralên tahl, hesin, fosforîkasît, aucîbîn, kirêc, klorofîl, kukurt, labenzîm, saponîn ,madeyên çilm ( kilmîş ) , şekir, tanen, vîtamînên A û C.


Bikêrhatin[biguherîne]

1- Kuxuk, 2- Bronşît 3- Werem 4- Astim 5-Singêş 6 – Jibo enfeksîonên rêyên behndan û standinê 7- Jibo sermagirtinê 8- Hemû cureyên edavên ( kurmîbûn –iltihab ) hundur û derva. 9- Jibo hemû cûre êşên sînîr (kezî –reh-damar ) 10- jibo hemî cureyên brînan 11- Jibo nexwşiya mîznegirtinê. 12- Jibo pêvedana ( leqkirin-gezkirin) moz, kermoz, zirketk, mêşa hingiv, kelmêş, tevnemêş (pîrevok) û hemi haşaratan. Jibo Bawesîr, qunêr, pirzik, teqînên nav pêçiyan.


Bikaranîn[biguherîne]

Galled head of a Plantain.JPG

1- Selete 2- çay 3-Givaştin 4- şirub – 5 Tentûr.

Selete : Qasê hev hewîzer , pûng,û gezing ( gezgezok ) tevlihev bikin hinek xwê û lîmon li ser werkin. ( Lê tivê jibo şewinandina wê jê biçe . Hûn gezingê bikin tûrek naylon hinek avê berdin ser û dinav ava naylon de biperixînin. ) û paşê bêxin nav seletê .

Çayê: Jibo her kulmek pel 100 ml av bikelînin, paşê pelan berdin nav, bila 10 – 15 deqan dema xwe bigire, paşê vexwin. ( Li gor dilê xwe hûn dikarin hingiv an jî şekir bavênê)

Şirûb: Hinek av bikelînin, belgan hûr kin û hinek hingiv berdin nav, bila seetekê bisekine, paşê biparzinînin û vexwin.

Givaştin û pelûk: Jibo birînên derva û pirzikan û êşên sinir ( jîy- damar ) pelan hûr kin, bêxin nav şîrkuta darîn û biqutin heta dibe pelûk ( pelûl). Hûn dixwazin ava wê bigivêşin û li ser brînê kin û hûn dixwazin pelûkê deynin ser û girêdin.


Tentûr[biguherîne]

Jibo her 30 gr pel, 100 ml alkola 70% bêxin nav şûşekî, derê wê bigirin û li cihek ku tavê (roj ) nebîne 4- 6 hefteyan bisekinînin, paşê rojê 3-5 caran 15 dilopan jê vexwin.

Doşav (dims): Jibo du kulmên belg hinek av,300 gr şekirê nobetê, 250 gr hingivê kulîlkan. Pelên xwe bikin pelûk, hingiv, av û şekir bikin ser, li ser agirê giran heta tîr dibît û renge wê tarî dibît her tevlihev bikin. Ku rengê wê têr bû, hêjta sarnebûyî bêxin nav firaqan û di sarincokê ( sarker – dolaba sarkirinê ) de biparêzin.


Herweha hûn dikarin belgan hişk bikin lê ne liber tavê, lê di sîberê de. Hinek wek belgên mêwan dolmikan jê çêdikin.

Çavkanî[biguherîne]

  • Bavê Jîndar, Lotikxane