Hevwate

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Bi îngilîzî "synonymous". Gotina "Hevwate" di kurdî de [rengdêr]ek e. Ji bêjeyên ku tên heman wateyê tê bikaranîn. Mînak ev gotinên jêrîn hevwate ne:

Roj û Tav Pir û Gelek Zar û Zêç Gede, Zarok, Mindal û Zar Westan û Betilîn Pirtir û Zêdetir Kevir û Ber Fikr û Raman Werê, Wanî û Halo Wilo û Wisa

Di kurdî de hevwate gelek in. Ji ber ku zimanê kurdî heta sedsala 20'an jî di warê nivîskî de ji ber qedexeyan pir lawaz bû, li her herêmekê zimanê kurdî bi derfetên xwe û bi awayekî girtî pêşve çûye. Ji ber vê yekê gotinek ku li herêma Mêrdînê bi awayekî hatibe bikaranîn, li herêma Şirnexê bi awayekî din hatiye bikaranîn. Li bajarên din jî bi awayên din.

[biguherîne] Ferqa Hevwateyan û Devokan

Hin gotin hene ku ew jî li her herêmekê bi awayekî din tên bikaranîn, lê ew ne hemwate ne, belê guhertoyên devokî ne. Mînak ev gotinên jêrîn ne hevwate ne, lê guhertoyên devokî ne:

Wer û Werê Hûr û Hwîr Dûr û Dwîr Gûz û Gwîz Şûr û Şwîr Kîvroş û Keroşk Mirov û Meriv û Merov

Gotinên ku koka wan yek be û dengê wan cuda be ne hevwate ne.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran