Hewraman

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hewraman, Hawraman an Horaman herêmeke li navenda Kurdistanê ye.

Tangi War, Hewraman

Ev herêm a ku li Kurdistanê ji aliyê çand û ziman de xwêdiye cîheke taybetmendî ye, li Başurê Kurdistanê ji deverên Helebçe û bakurê deşta Germiyan û li Rojhilatê Kurdistanê ji navçeyên Pawe, Newsû û hin gundistanê Riwanserê pêk tê. Hewraman herêmeke zaf bilind e, Çiyayen Hawraman li vê herêmê ne. Gele herême bi piranî kurdên Hewramî ne.

Bajarên mezintirîn yên Hewraman Pawe û Merîwan in. Ji aliyê olê de Hewraman gelekî dewlemend e. Navenda ola Yarsan li vir e, Zerdeştî û gelek terîqeye misilmanan jî hene.