Heyber

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Heyber, wanek, serve, obje(kt), berker, berkirde, cemid, pêger, bireser nav, têgîn û konsepteke bingehîn e. Di zimanê axavtinê û kolanî de pirranî bo wê bêjeya "tişt" tê bikaranîn.

Di zimanê kurdî de gelek pêyvên wateya tiştê didin hene. Her yek ji wan di kurdiya kevn de bo cure, fonksiyon an astekê hatine bikaranîn. Bo heyberên candar, ên bêcan, bo fîlozofiyê, bo zanistiyên hejmarî ûêd cuda hatine bikaranîn. Mixabin ji ber ku dûr û dirêj e bi zimanê kurdî perwerde nehatiye kirin, qedexe bûye, niha her yek ji wan wekî peyveke nû hatine dîtin û tevlîhevî heye.

Bêjeya tişt ji bo hemiyan e, axavtinê hêsantir dike. Kîjan tişt ji bo kîjanê ye zimanzanên kurd dizanin.

Cureyên "tişt"ê (nêrînek e, rastiyê zimanzan dizanin)[biguherîne]

  • Heyber, ji bo tiştên candar û bêcan lê berbiçav (girgîn, konkret). Lewra candar û bêcan bi giştî hene, konkret in, heyî ne. Bo zanistiya fîzîk, kîmya, biyolojî ûêd.
  • Wanek, ji bo tiştên candar (rewan=ruh jî ji heman kokê ye û candar e)
  • Pêger, têgîneke gerok e, ne mîsoger e, hêj nebûye konkret, bo fîlozofî, mantiq û matematîkê.
  • Serve û berker, tişta ji ser û berê ye, suxmetî (yêdek) ye. Razber e (abstrakt). Bo fîlozofî, kompûtergerî, sîbernetîk ûêd e.