Heyvan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ajal sernavêyên bakterîyên ku mêst çêdikine. Bi giştî didu bakterî bi navên strains Streptococcus salivarius subsp. thermophilus û Lactobacillus delbrueckii subsp. bulgaricus ji bo mast çêkirinê bi kar tînin. Hin bakterîyen din jî wek L. acidophilus, L. casei û cureyên Bifidobacterium ji bo tamê tên bi kar anîn. Li dûkanan mastî heyşt bakteriyan tên froştin.

Bêjenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Peyva ajal ji peyva meya tê. Ameyn, aveyn, havên, haveyn, heyvan û meya giş ji peyvekê peyda bûne. Evroj wateyên meya û heyvan ji hev dûrketine. Heyvan ji bo meyayî mêst tê bi kar anîn. Meya pirtir ji bo meyayî nên tê bi kar anîn. Bi zanîstî ev du meya jî cuda ne. Evroj hîn bi heyvan kirina mêst ra dibêjin meyandin jî.