Holanda

Ji Wîkîpediya

Nederland
Holanda
Alayê Holandayê Armayê Holandayê
Zimanê Fermî Holandî û frîzî
Sirûda netewî Het Wilhelmus
Paytext Amsterdam
Şahbanû Beatrix
Serokwezîr Jan Peter Balkenende
Rûerd
- Total
- % Av
63em
41.528 km²
2,18%
Nifûs
ko (2006)
Berbilavî

16.366.600 (01.01.2007)
231/km²
Serxwebûn 02.07.1581
Dirav Ewro (EUR)
Navçeya Demjimêrî UTC +1
Internet TLD .nl
Koda telefonê +31

Holanda an Holenda an jî Nederlenda welateke li rojavayê Ewrûpayê ye. Holanda (Nederland) dikeve ser sinorên 2 welatan: li rojhelat Almanya û li başûr ji Belçîka Li aliyê rojava jî Holanda dikeve ser deryaya Bakur. Rûberê Holandayê 41.526 kilometrên çargoşe ye.

Holanda mêjuyeke dir û dirêj heye. Ev welate welatekê dagîrker bû di wî serdemî de (di çerxên 15 ta 18 ). Holandayê bi dirêjahiya 400 salan welatê Endonezya (Welateke dikeve başûrê rojhelatê kîşwerê Asyayê) dagîr kiribû. Di wî serdemî de Holanda êk ji mezintirîn welat bû di warê bazirganî de. Bi gemîyan ji Holanda derbazî Endonezya dibûn. Bi direjahiya heyvan rêwîtya wan dikêşa.

Holanda û Belçîka bi êk welat dihatine hejmartin. Lê bele li sala 1830 ev êkgirtine hate helweşandin û Belçîka serxwebûna xwe ragehand. Herwesa Holanda ji layê welatê Spanyayê ve bi dirêjahiya 13 sala hatiye dagîrkirin. Zêdebarî vî welatî pişikdarî di cenga duyemîn ya Cihanê de kiriye.

Sistema deshelata Holandayê perlemanî ye. Herwesa welatekê Şanşîne (melikî). Holanda ji 12 parêzgehan pêkhatiye. Paytextê vî welatî Amsterdam e. Herçende Amsterdam paytext e jî lê belê Den Haag (Lahay) navenda deshelata Holandayê ye. Herwesa hemi balyozxanên cîhanê jî li Den Haagê bi cih dibin. Li bajêrê Den Haag baregeha Neteweyên Yekbûyî (UN) beşê dad lê heye.

Bajarên girîng ên Holandayê: Rotterdam (bi bendereke mezin ya navdar e), Utrecht navenda hatinûçuna şemendeferên Holandayê ye. Eindhoven bi bajêrê 5ê yê mezin tête hejmartin.

Zimanê fermî holandi ye. Zêdebarî diyalekta parêzgeheka bakur a bi navê Friesland bi zimanê frîzî dipeyvin.

Holanda êk ji welatên dewlemend tête hejmartin. Ji ber ku li Holandayê Rotterdam bendereke cihanî heye. Bi 100an gemiyên bazirgani rojane têne vê benderê. Herwesa Bendera Rotterdamê êk ji benderên mezin yên cîhanê tête hejmartin. Zêdebarî balafirgeheka navdewletî bi nave Schiphol li Amsterdamê ye. Evê balafirgehê û bendera Rotterdamê helbet kartêkirineke mezin ya heye ji layê aborî ve. Holanda di warê pişesazî, kişt û kalî û teknolojî de jî ya pêşketiye. Holanda bi gulên cure û cur ya navdare. Hersal bi bihaye milyonan para ev gule têne firotin.

C:
Commons
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Holanda hene.



 
Endamên Yekîtiya Ewropayê û Berendamên Yekîtiya Ewropayê
Ala Yekîtiya Ewrûpayê

Endamên yekîtiyê: Almanya | Avûstûrya | Belçîka | Brîtaniya mezin | Danîmarka | Estonya | Fînlanda | Fransa | Holanda | Îrlanda | Îtalya | Komara Çêkiyayê | Letonya | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Polonya | Portekîz | Qubris | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Yewnanistan | Bulgaristan | Romanya

Berendam : Tirkiye | Xirvatistan


Asya Dewletên Ewropa

Albanya | Almanya | Andorra | Avûstûrya | Belçîka | Bêlarûs | Bosna Hersek | Brîtanîyayê mezin | Bulgaristan | Çek | Danîmarka | Estonya | Fînlanda | Fransa | Holanda | Îslanda | Îtalya | Îrlanda | Komara Makedonyayê | Letonya | Liechtenstein | Lîtvanya | Luksemburg | Macaristan | Malta | Moldova | Monako | Montenegro | Norwêc | Polonya | Portekîz | Romanya | Rûsya | San Marîno | Swêd | Swîsre | Sirbistan | Slovakya | Slovenya | Spanya | Ukrayna | Vatîkan | Xirvatistan | Yewnanistan

Zimanên din