Holand
Ji Wîkîpediya
|
|||||
| Zimanê Fermî | Holandî û frîzî | ||||
| Sirûda neteweyî | Het Wilhelmus | ||||
| Paytext | Amsterdam | ||||
| Keybanû | Beatrix | ||||
| Serokwezîr | Jan Peter Balkenende | ||||
| Rûerd - Total - % Av |
63em 41.528 km² 2,18% |
||||
| Nifûs ko (2006) Berbilavî |
16.366.600 (01.01.2007) 231/km² |
||||
| Serxwebûn | 02.07.1581 | ||||
| Dirav | Ewro (EUR) | ||||
| Navçeya Demjimêrî | UTC +1 | ||||
| Internet TLD | .nl | ||||
| Koda telefonê | +31 | ||||
Holand an jî Nederland welateke li rojavayê Ewropayê ye.
Holand (Nederland) dikeve ser tixûbên du welatan: li rojhilat Almanya û li başûr jî Belgiya. Li aliyê rojava ve Holand dikeve ser deryaya Bakur. Rûberê Holandê 41.526 kilometrên çargoşe ye.
Holand mêjûyeke dûr û dirêj heye. Ev welat welatekê dagirker bû di wî serdemî de (di çerxên 15 ta 18 ). Holandê bi dirêjahiya 400 salan welatê Îndonezya (Welateke dikeve başûrê rojhilatê kîşwerê Asyayê) dagir kiribû. Di wî serdemî de Holand yek ji mezintirîn welat bû di warê bazirganî de. Bi keştiyan ji Holand derbazî Îndonezya dibûn. Bi direjahiya heyvan rêwîtiya wan dikêşa.
Holand û Belgiya bi yek welat dihatine hejmartin. Lê bele li sala 1830 ev yekgirtine hate hilweşandin û Belgiya serxwebûna xwe ragehand. Herwisa Holand ji layê welatê Spanyayê ve bi dirêjahiya 13 salan hatiye dagirkirin. Zêdebarî vî welatî pişikdarî di cenga duyemîn a Cihanê de kiriye.
Sistema deshilata Holandê perlemanî ye. Herwisa welatekê Şanşîne (melikî). Holanda ji 12 parêzgehan pêkhatiye. Paytextê vî welatî Amsterdam e. Herçende Amsterdam paytext e jî lê belê Den Haag (Lahay) navenda deshilata Holandê ye. Herwisa hemi balyozxaneyên cîhanê jî li Den Haagê bi cih dibin. Li bajêrê Den Haag baregeha Neteweyên Yekbûyî (UN) beşê dad lê heye.
Bajarên girîng ên Holandê: Rotterdam (bi bendereke mezin ya navdar e), Utrecht navenda hatinûçuna şemendeferên Holandê ye. Eindhoven bi bajêrê 5ê yê mezin tête hejmartin.
Zimanê fermî holandî ye. Zêdebarî diyalekta parêzgeheka bakur a bi navê Friesland bi zimanê frîzî dipeyvin.
Holand yek ji welatên dewlemend tête hejmartin. Ji ber ku li Holandê Rotterdam bendereke cihanî heye. Bi sedan keştiyên bazirganî rojane têne vê benderê. Herwisa Bendera Rotterdamê yek ji benderên mezin ên cîhanê tête hejmartin. Zêdebarî balafirgeheka navdewletî bi nave Schiphol li Amsterdamê ye. Evê balafirgehê û bendera Rotterdamê helbet kartêkirineke mezin ya heye ji layê aborî ve. Holand di warê pişesazî, kişt û kalî û teknolojî de jî ya pêşketiye.
Holand bi dewlemendiya cureyê gulan navdar e. Hersal bi bihaye milyonan ev gul têne firotin.
|
|
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Holand hene. |
|
|
|
|---|---|
|
Endamên yekîtiyê: Almanya | Aûstriya | Belgiya | Brîtaniya mezin | Danîmarka | Estonya | Fînland | Fransa | Holand | Îrland | Îtalya | Çekiya | Letonya | Lîtvanya | Lûksembûrg | Macaristan | Malta | Poland | Portûgal | Kîpros | Slovakya | Slovenya | Spanya | Swêd | Yewnanistan | Bulgaristan | Romanya |
|
| Dewletên Ewropa | ||
|---|---|---|
|
Albanya | Almanya | Andorra | Aûstriya | Belgiya | Bêlarûs | Bosniya û Herzegovîna | Brîtanyaya mezin | Bulgaristan | Çekiya | Danîmarka | Estonya | Fînland | Fransa | Holand | Îsland | Îtalya | Îrland | Makedonya | Letonya | Lîştinştayn | Lîtvanya | Lûksembûrg | Macaristan | Malta | Moldova | Monako | Montenegro | Norwêj | Poland | Portûgal | Romanya | Rûsya | San Marîno | Swêd | Swîsre | Serbistan | Slovakya | Slovenya | Spanya | Ûkrayna | Vatîkan | Kroatya | Yewnanistan |
||

