Homofobî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Homofobî, hestên neyînî ye mîna nefret, tirs, nerazîtî û cudaxwazî [1][2] [1][2][3] ku li hemberî kesên LGBT û hevzayendan an jî hevzayendîtî pêktên.[4] Ango Homofobî; cudakerî, kêfnexweşî yan jî tirsa îrrasyonel a li dijî hevzayendan e. Homofobî bi riyên cuda tê nîşankirin û tê pejirandin ku gelek tîpên wê ya cuda hene. Wekî rengdêr bi şeklê homofobîk tê bikaranîn. Tê texmînkirin ku di her 48 demjimêrê de carekê kesek hevzayend ji ber tundiya homofobî tê kuştin.[4] Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, nêzîkî 70 welêt tundî li hevzayendan dipeyitin û hevzayend li 8 welêt tê îdamkirin.[5]

Peyvnasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêjeya homofobî cara ewil di 1969an de li gotareke kovara Timeê hat bikaranîn. Bi têkiliya homoseksuelê ji homos (mîna hev)a Yewnanî û bêjeya phobos (tirs) hatiye berhemandin.[1][6] Caran peyva homo- (wek hev) ya Yewnanî û peyva Homo (mirov) ya Latînî tê tevdan.

Tevgerên homofobîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Homofobî têgihekî navneteweyî ye û di gelek zimanan de peyvên argo û heqaretên homofobîk hene. Li Kurdî ji bo biçûkxistin û pênaskirina mêrên hevzayend gelek peyvên homofobîk hene mîna qûnde, qûnder, qûnek, hîz, ulan, qûnfiroş û gelek caran li hin malperên kurdî tên bikaranîn.[7] Ji bo jinên hevzayend jî wekî peyvên panik û panpanok tên bikaranîn [8]

Li hin dewletan heqaretên homofobîk wekî ji tawanên nefrete tê hesibandin û ew kesên ku bikartînin tê darizandin.

Cudakeriyên li dijî hevzayendan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zorkeriya li dijî hevzayendan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zorkeriya li dijî hevzayendan ev e ku bi riya devkî an jî fîzîkî tacizkirina mêrêhevzayend an jî jinê hevzayend ji aliyê kesê/a ku heteroseksuel an jî berpêbûniya wê/wî nayê zanîn. Li gorî vekolîneke li Amerîkayê di sala 1998an de hatiye lidarxistin, di 14 deqîqeyeke carekî ciwan tevger û peyvên anti-gay mîna “homo”, “qûnde” û “serjinik” dibihîzin.[9]

Heteroseksîzm û homofobî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di gelek çandan de cudakerî û pêşbiryarî li hemberî hevzayendan tê dîtin. Li gorî vekolîneke di sala 2011an de li Holandayê hatiye lidarxistin, ji % 49ê ciwan û ji % 58ê ciwanên ku pêgirî nijadê din a li Holendayê ji hevzayendîtî ne razî ne.[10] Hevzayend mîna eqeliyetên din tên stereotipikirin. Ev ji ber homofobî û heteroseksîzmê ne. Heteroseksîzm; pejirandina heteroseksuelbûna herkesî ye loma jî têkiliya zayendên dij (jin-mêr) normal e û ji yên din bilindtir e.

Homofobî; cudakerî, kêfnexweşî yan jî tirsa irrasyonel a li dijî hevzayendan e. Homofobî bi riyên cuda tê nîşankirin û tê pejirandin ku gelek tîpên wê ya cuda hene. Li nav van tîpan de mîna homofobiya navxweyî, homofobiya civakî, homofobiya hestî, homofobiya ku hatiye rasyonelkirin û yên din hene.

Di heman demê de têgînên lezfobî û bîfobî jî hene. Cinayetên ku ji ber vê tevgeran tên kirin, bi gelemperî bi têgînên cinayeta nefretê û zorkeriya [li dijî] hevzayendan tê nav lê kirin.

Stereotipiyên ku li qala LGBT’yan bi gelmperî ev in: Ew nikarin pêwendiyên giran avabikin, ew bi her mirov re dikevin têkiliya zayendî, ew meyldarî tecawiza zarokan in û hwd. Lê daneyên zanyarî li ser van stereotipiyan tune ne.[11][12][13] Gay û lezbîyen dikarin pêwendiyên giran avabikin û ev pêwendî mîna pêwendiyên heteroseksuelan in. Berpêbûniya zayendî, bandorî li ser tecawiza zarokan nakin.

Terapiyên tevgerî û nêzikahiyên analîtîk a li ser ji hevzayendiyê bûna heteroseksuelî hene û serkeftiyên wan gelek gumandar in. Ev terapî, dixwazin ku arezûya hevzayendî ji yê heteroseksuelî hindiktir bikin. Lê belê hatiye peyitandin ku li nav komekî baş motîvebûyî bin jî berpêbûniya zayendî û hestî nayê guhertin.

Tundiyên li dijî hevzayendan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber hawireke êrîşker û lomeker, bedkariyê fizîkî û bidevkî, redkirina ji alîyê malbat û mirovên din û tecrît/tenêbûnê, rêjeya îhtimala xwekuştin, bendebûna narkotîkê,li dibistanan xwe li nav pirsgirêkan dîtin û tenêbûna ciwanên gey û lezbîyen mezitirin e.Zayendî û berpêbûniya zayendî weke yek ji hêmanên bingehîn a hebûnê ne, diyarkerên girîng a hestên takekesî û asta dilfirehiya li cîhan in.

Îro xebateke zanyarî ya têrkirî kêrhatiya li ser selihandin û guhertina hevzayendan tune ne. Di sala 1998an de ji ber ku Matthew Shepard gey bû, ji aliyên Aaron McKinney û Russell Henderson ve hatibû bi sêncê girêdan û ji dawiya lêxistina bi armanca kuştinê ve canê xwe dabû. Piştî vê bûyerê, berpêbûniya zayendî ketibû li navbera tawanên nefretê. Pêkan e ku bê dîtin ji bo biguhere heterosekselî, lezbîyenên hatiye tecawizkirin.

Li gorî raporên FBI, ji % 24ê cinayetên nefretê ji ber berpêbûniya zayendiyên kesan tê kirin.[14]

Pêşbiryarên li dijî hevzayendan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Her çiqas hevzayendî ji aliyê bijîşkî û psîkolojî, wekî nexweşî yan jî pirsgirêkeke derûnî nayê hesibandin jî, piraniya civakên girtî, hîna jî hevzayendî mîna nexweşiyeke, pisrgirêkeke derûnî yan jî li gorî qeydeyên olî rêşaşî dipejirin û hevzayendan vederdikin. Bi taybetî jî civakên kevneşopî ku hestên oliyê wan xurt in, hevzayendan mîna “ê din” dibînin. Li nav van civakan de rolên zayendî ji biçûkî tê nîşankirin û rê ji têkiliyên ji heteroseksuelî cuda, nadin. Ew bawerdikin ku hevzayendî “li dijî hebûna mirovan” e û ew berbendî zêdebûnê ne ku li gorî wan armanca ewil a mirovan ku zêdebûn e.

Lê belê zanyarî diparêze ku nasnameya zayendî, bandorî li ser armanca bingehîn a mirovan nake.[15]

Aliyên din, hatiye peyitandin ku normên kevneşopî û arişî mîna li çandên Yewnana kevnare û Romayê ku ew bixwe civakên pederşahî bûn, her dem ne li hemberî hevzayendî nin.

Hiqûq, polîtika û civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Qanûnên bo vegotina hevratiya hevzayendiyê.
Welatên ku hevzayendîtî serbest in      Zewaca hevzayendan      Pevratiya welatî (yan jî pevratiya bêqeyd)      Zewaca hevzayendan a welatên din tê naskirin      Tenê li herêmên federal tê naskirin, ne dewlet      Pevratiya hevzayendan nayê naskirin Welatên ku hevzayendîtî sînor dikin an jî qedexe dikin      Qanûnên ku vegotin û rêxistinan sînor dikin      Ne pratîkî lê bi qanûnî tê cezadan      Hebskirin      Hebskirin (heta ku cezayê sermedî)      Îdam

Di gelek welatan de hevzayendîtî yan jî têkilî û seksa di navbera mêr bi mêr re, mîna tawaneke tê hesibandin.[16] Lê belê di van salan de hejmarên van welatan kêm dibin. Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji sala 2007an vir ve ji aliyê 70 welat hevzayendîtî tê cezakirin. Hevzayendîtî li hin heremên Afrîkayê, Guyana, Jamaîka, Koreya Bakur, Malezya, Papua Gîneya Nû, hin dewletên Asyaya Navîn û piraniya dewletên Misilman ên Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur, bi qanûnî qedexe ye. Dewletên ku ji kesên hevzayend an jî ketine têkiliya hevzayendî re cezaya kuştinê didin, ev in: Erebistana Siûdî, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Îran, Morîtanya, hin parêzgehên bakur a Nîjeryayê, Somalî, Sudan û Yemen.

Encamên homofobiyê li nav kesên hevzayendan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di nav ferdên hevzayendan de xwekûjî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji ber hawireke êrîşker û lomeker, bedkariyê fizîkî û bidevkî, redkirina ji alîyê malbat û mirovên din û tecrît/tenêbûnê, rêjeya îhtimala xwekuştin, bendebûna narkotîkê, li dibistanan xwe li nav pirsgirêkan dîtin û tenêbûna ciwanên gey û lezbiyen mezitirin e. Rêjeya xwekûjiya girêdayî homofobî jî piranî li nav hevzayendên ciwan de gelek bilind e. Li gorî pirsnameya ku li Brîtanyayê ji aliyê komela mafên hevzayendan, Stonewallê hatiye lidarxistin, ji % 17ya hevzayendên ciwan gef lê hatiye xwarin û ji % 12ya wan îstismara zayendî dîtine.[17] Li gorî vekolînin, li Îrlendayê yek ji sê hevzayendên ciwan ketine keda xwekuştinê; li Skotlendayê nîvê hevzayendên di navbera temenê 15 û 26, xwekûştinê fikirîne; li Fransayê ji % 27ê hevzayendên mêr ên temenê wan li binî 20ê ne û li Îtalyayê ji % 13ê hevzayendan ketine keda xwekûştinê. Li Belçîkayê rêjeya rîska xwekuştinê ya hevzayendên di navbera temenê 15 û 20ê, li gorî kesên din pênç car mezintir in.[18]

Li Almanyayê ji % 18 ya hevzayendên di navbera temenê 15 û 27ê, herî kêm carekî xwekuştinê fikirîne; ji % 66ê wan ji aliyê malbata xwe ve bedkariyê fizîkî û/yan jî bidevkî dîtine; ji % 27ê wan ji aliyê mamosteyên xwe ve tade dîtine.[19]

Li gorî vekolîneke di sala 2007an de hatiye lidarxistin, ji % 30yê hevzayendan di dawiya 12 mehê de herî kêm carekî xeber xwarîne, gef lê hatiye xwarin an jî bûye qurbana êrîşeke. [202]

Hin welat di dibîstanan de li dijî homofobiyê xebatan lidardixin. Wekî mînak, Li Spanyayê koma bi navê DecideT ku komeke mafên LGBT ye, ji bo ku astengî li zilm û zordariyê bike, broşureke weşandiye.[20]

Di Ewropaya Rojava de homofobî, di beşa werzişê de jî gelek belav e. Bi taybetî di civakên rugby û futbolê ku ev wekî maço tê dîtin, pir hindik wezişvan wêrekiya berpêbuniya hevzayendiya xwe bi raya giştî re parve kirine.[21]

Justin Fashanu, piştî coming outa xwe ku di sala 1990an de kiribû, ji aliyên malbat û heval û hejmetkarên xwe ve vederkirin û xeber ji wan xwar. Birayê John Fashanu, wî bi eşkere ji birayîtî redkir.[22] Justin Fashanu di 3. 05.1998ê de întihar kiriye û li paş xwe vê notê hiştiye:

“ (…) Qey ez tawanbar im. Ez naxwazim ku îde heval û malbata xwe fedîkar derxînim… Ez hêvîdarim ku Îsa Mesîhê ku ez wî pir hezdikim, ewê dilnazikî nêzîkî min be û ezê aram bim. “ [23]

Menajerê Tîma Futbol a Neteweyî ya Albanyayê, Otto Barić, bi raya giştî re parvekriye ku ew qet nahêle hevzayendek têkeve tîma wî. Di 31ê tîrmeha 2007an de, ji aliyê UEFA ve ji ber homofobiyê 3000 euro ceza hatiye dan wî.

Homofobiya li nav sporê ne tenê li futbolê ye. Seroka Şaredariya Berlînê ya hevzayend, Klaus Wowereit, dema ew çûbû temaşeyî tîma hokeya ser qeşayê ya şarederiyê, aligirên tîma din dirûşmên mîna “Hauptstadt der Schwulen, wir sind die Hauptstadt der Schwulen” (‘[…]Paytexta Qûnekan’) gotibûn.[19]

Cinayetên homofobîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li hin welatên ku hevzayendîtî ne qedexe ye lê li wir homofobî gelek berbelav e, hejmara LGBTên ku bi cinayetê hatiye kuştin, pir bilind e. Bi gelemperî van cinayetan wekî tawanên nefrete tên nirxandin. Wekî mînak di sala 2007an de li Brezîlê 122 cinayetê homofobîk pêk hatiye. Ev hejmar li dinyayê rêjeya herî bilind e. Qurbanên vê welatê piranî transseksuel in. Li gorî çalakvanên LGBT ev rêje bilindtir e, ji ber ku statîstîkên fermî tune ye. Piştî Brezîlê, Meksîk (salê 35) û DYA (salê 25) tên.[24]

Li Bakurê Kurdistanê di sala 2006an de Ahmet Yildiz[25] ku di çapemenîyê de wekî cinayeta namûsê ya hevzayend a yekem tê pênaskirin û di sala 2014an de Roşîn Çîçek[26][27] ji aliye malbatên xwe ve ji ber ku hevzayend in, hatin kuştin.

Bide ber[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ a b c Şablon:Oxford
  2. ^ a b "Homophobia." Merriam-Webster Dictionary. 12.11.2008.
  3. ^ "Homophobia Girêdana arşîvê 2009-02-05 li ser Wayback Machine." Babylon Dictionary. 12.11. 2008.
  4. ^ a b El Mundo - Cada 48 horas se produce un asesinato homófobo en el mundo
  5. ^ El País - AI denuncia que más de 70 países persiguen aún a los gays y ocho los condenan a muerte
  6. ^ Oxford English Dictionary [1] Time 31 Oct. 61/3 (1969) "Such homophobia is based on understandable instincts among straight people, but it also involves innumerable misconceptions and oversimplifications."
  7. ^ https://ku.wiktionary.org/wiki/gay
  8. ^ Ferhenga Mezin- Tirkî Kurdî, Zana Farqinî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2000.
  9. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 14 nîsan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  10. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 1 kanûna pêşîn 2011 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  11. ^ Michael Lamb, Ph.D.: Affidavit – United States District Court for the District of Massachusetts (2009) Girêdana arşîvê 2010-12-25 li ser Wayback Machine
  12. ^ Gregory M. Herek, Ph.D.: Facts About Homosexuality and Child Molestation
  13. ^ American Psychological Association: Lesbian & Gay Parenting
  14. ^ "Victims", FBI, roja gihiştinê 26 tîrmeh 2013
  15. ^ http://www.who.int/reproductive-health/gender/sexual_health.html WHO
  16. ^ http://www.elmundo.es/papel/hemeroteca/1997/08/30/sociedad/292755.html
  17. ^ http://www.365gay.com/Newscon07/06/062607bully.htm Girêdana arşîvê 2007-06-29 li ser Wayback Machine 365Gay.com
  18. ^ http://fsw.ucalgary.ca/ramsay/gay-lesbian-bisexual/2c-suicide-attempt-gay.htm Girêdana arşîvê 2007-05-06 li ser Wayback Machine C. Bagley ve P. Tremblay
  19. ^ a b http://www.zeit.de/2007/26/Homosexuelle Schwulsein heute - ganz normal?
  20. ^ http://www.guardian.co.uk/lifeandstyle/2008/oct/26/relationships
  21. ^ http://people-press.org/reports/display.php3?ReportID=185
  22. ^ http://briandeer.com/justin-fashanu-3.htm
  23. ^ Vicky Powell, "Suicide note increases speculation over death of Justin Fashanu", Gay Times, 237. sayı, Millivres, Hezîran 1998
  24. ^ Têtu - Le Brésil, «champion du monde d'assassinats d'homosexuels»
  25. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2015/03/daxuyaniya-hevi-lgbt.html
  26. ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 16 îlon 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 23 tebax 2015{{citation}}: CS1 maint: archived copy as title (lînk)
  27. ^ http://lgbtnuce.blogspot.com/2013/06/doza-rc-ye-ku-ji-ber-hevzayend-bu-hat.html