Homoseksuelî
Homoseksûelî, hevcinsxwazî an jî gay û lezbiyen, mirov bi awayekî paşketî û nezane qûnekî û panpanokî jî dibêjin, ji peywendiyên seksî û hestî yên zilam ligel zilamî an jî jin ligel jinê (lezbiyenî) re tê gotin.
Peyv cara yekê di sala 1869an de ji aliyê nivîskarê macarî Karol Maria Kertbeny ve hatiye bikaranîn. Wateya wê homo = hem, hev û seksûalî = zayendîtî, ango hemzayendîtî. Li gelek cihan qedexe ye û wekî kiryareke erênî nayê dîtin lê çi veşarî, çi eşkere gelek jî bipêşketiye.
Di dîroka hemî şarezayiyan de hebûye. Tê gotin ku wekî daxwaz di %90 mirovan de heye lê ya ku karakterê taybetiya jiyana mirov a seksî diterxîne, devedor û rewş in. Li Kurdistanê bi çaveke baş lê nayê nêrîn.
Di salên dawî de li gelek welatan zewaca sîvîl a gay û lezbiyenan bû qanûnî. Bi taybetî, li Holenda, Spanya û Kenedayê mirovên homoseksûel li ber qanûnan seranser yeksan in. Li Kurdistana başûr ne fermî ye û li parçeyên din ên Kurdistanê di yasayên dagirkeran de destûr jê rê nîne.
Kesên gay û lezbiyen rastî gelek astengî û hovîtiyan tên. Heya bigire saziyên olî û yên mafên mirovan jî gelek caran xwedî li wan dernakeve û berederve dike. Li sazûmankariya nazî ya Elmanyayê mirovên homoseksûel dihatin tunekirin. Zêdeyî 50.000 homoseksûel li Holokaustê hatin kujtin. Li kampên temerkûzê li kincên homoseksûelan sêgoşeyeke gulî hate dirûtin, ji bo vê yekê li salên 70an sêgoşeya gulî bû semboleke bizava gay û lezbiyenan. Sembolên din jî alayê keskesorê û tîpa yewnanî lambda ne.
Li gelek welatan girtina wan bo leşkeriyê hêj jî qedexe ye. Îro li rûyê cîhanê tevgereke xurt a gay û lezbiyenan heye.
Heya serdema nû zanistiyê jî bi erênî homoseksûelî şîrove nedikir, wekî nexweşî didît. Lê îro pirraniya cureyên homoseksûaliyê wekî hilbijartineka ferdî tê dîtin.
Li bajarê Stenbola Tirkiyê rêxistina Lambda Istanbul heye ya ku mafên gay û lezbiyenan dispêre.
Îslam û homoseksûelî [biguherîne]
Di sala 2003an de kitêba binavê "The trouble with Islam" ya nivîskara kenedayî Irshad Manji derket.
Di sala 2007an de fîlma dokumenterî ya binavê "A Jihad for Love" ya Parvez Sharma tê pêşkêşkirin. Ev fîlm li ser hevgirtina îslam û hevcinsxwaziyê ye.
[biguherîne]
- Sapfo (610-580 b.z.), helbestvana grekî
- Îskenderê Mezin (356-323)
- Hadriyan, împeratorê romayî
- Mehmûdê Xaznî (971-1030), siltanê Xorasan û Xazniyê
- Oscar Wilde (1854-1900), nivîskarê îrlendî
- Constantine P. Cavafy (Kavafî) (1863-1933)
- Federico García Lorca, helbestvan û şanonivîserê spanî
- Jean Genet (1910-1986), nivîskarê fransî
- Pier Paolo Pasolini (1922-1975)
- Sergei Paradjanov (1924-1993)
- Pedro Almodovar
Çavkanî [biguherîne]
William Stewart (1995). Cassell's Queer Companion: a dictionary of Lesbian and Gay life and culture. Cassell, London-New York.