Hormonên herisê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Hormonên dehandinê hat beralîkirin)

Hormonên herisê , ne navê hormonek, lê navê komek hormonan e[1]. Taybetiya vê komê ew e ko hemû hormonên vê komê li ser sîstema herisê bandor dikin. Hormona gastrîn, hormona sekretîn û hormona kolesîstokînîn, hormonên sereke yên sîstema herisînê ne.

Gava mirov xwarin dixwe, xwarin rasterast derbasî nav xwînê nabe. Xwarinên proteînî, lîpîdî û karbohîdradî, xurekên makromolekulî ne. Divê xurekên aloz (makromolekul), pêşî di nav gede û rûvîyanda bêne hilweşandin. Ji bo hilweşandina xurekên aloz, pêdivî bi enzîmên herisê heye.

Enzîmên wekî amîlaz, lîpaz, pepsîn, maltaz, sukraz, laktaz û erepsîn hin enzîmên sereke yên herisînê ne. Bi navbeynkariya van enzîman xurekên makromolekulî perçe dibin û dibin monomer. Molekulên monomerî bi têra xwe hûrik in, loma bi hesanî ji diwarê rûviya zirav derbasî nav xwînê dibin. Mirov bi şev û roj 24 saet her tim xwarin naxwe. Ango gede û rûviyên mirov hertim bi xurekan tijî nîn e, gava têda xûrek tune ye, divê gede û rûvî çalak nebin û enzîm der nedin.

Ji bo rekxistina rêjeya enzîman, çalakiya gedeyê û rûviyan, hinek hormonên herisê kar dikin. Ev hormonan jî wekî hormonên din di nav xwînê de belavê laş dibin. Hormonên herisê di xaneyên gede û rûviya dozdetilîk de tê berhemkirin û derdan. Hormonên herisê, an li gor cureyên xurekan an jî di nav gede û rûviyan de dema hebûn an jî tunebûna xurekan de kar dikin. Wekî mînak eger gede bi xurek tijî be, vê gavê hormona gastirîn[2] ji bo derdana asîda gedeyê û enzîma pepsînojen hin xaneyên gedeyê han dike, asîda gedeyê jî dest bi herisa xurekên proteînî dike. Na, heke gede vala be, ango mirov birçî be, vê gavê hormona sekretîn û kolesîstokînîn rê li ber berhemkirin û derdana enzîma pepsînojenê digire. Ji xeynî rawestandina derdana enzîmên gedeyê, van hormonan girjbûn û xavbûna gedeyê jî kêm dike.

Hormonên herisê bandor li ser rêjeya pileya pH a gede û rûvî jî dike. Wekî mînak, pH a gedeyê 1,5-2 ye. Lê pH a donzdetilîk 7-8 ê. Hormona sekretîn pankreasê han dike, pankreas îyonên bîkarbonat berhem dike û der dide nav rûviya donzdetilkê, îyonên bîkarbonat asîdê lawaz dike[3] û pileya pH a dorhêlê bilind dike.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Gastro Digestive System,[1] digestive hormons
  2. ^ The Hormone Health Network,[2] what is gastrin?
  3. ^ ENCYCLOPÆDIA BRITANNICA, [3]Secretin