Horst Ludwig Störmer

Ji Wîkîpediya

Horst Ludwig Störmer.

Horst Ludwig Störmer (* 6'ê avrêlê 1949 li Frankfurt am Main) fîzîknasekî Alman e. Sala 1998'î bi tevî Robert B. Laughlin û Daniel C. Tsui, Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.

[biguherîne] Jînenîgarî

Piştî bidawîkirina dibistana amadeyî di sala 1967'î li Goethe-Gymnasium a Neu-Isenburg, dest bi perwerdeya fîzîkê li zanîngeha Wolfgang Goethe-Universität Frankfurt dike.

Sala 1974'î dîploma xwe werdigire û dest bi perwerdeya bilind dike. Li laboratûarên Bell li New Jersey lêkolînan dike. Li wir ji sala 1978 heya 1983 gerînendetiya beşa fîzîka giştî ya elektrîkî û taybetiyên optîkî dike. Sala 1992'î li wir dibe dîrektorê lêgerînên fîzîkî. Zewiciye.

[biguherîne] Xebat û girîngî

Li ser du-dîmeniya elektrongazan xebat kiriye. Bi tevî Daniel Chee Tsui li ser fîzîka elektronkrîstalan lêkolîn kiriye û bal kişandiye ser qûantên herikbar.

[biguherîne] Xelat û paye

  • 1983 Xelata-Otto-Klung
  • 1984 Buckley Award, Civaka fîzîkhezên Amerîkayî
  • 1998 Benjamin-Franklin-Medaille
  • 1998 Xelata Nobel a fîzîkê