Hozan Kawa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Kawa
Jidayikbûn1972
Palas, Mûş, Bakurê Kurdistanê
NeteweKurd
Cureyê muzîkêMuzîka folkorîk
PîşeHûnermend
Salên çalak2000–niha
biguhêreBelge

Hozan Kawa an jî Kawa (jdb, 1972, Palas, Mûş, Bakurê Kurdistanê), hunermendekî kurd e ku bi albûma xwe yê bi navê Ava Evîne hatiye naskirin.[1] Hozan Kawa piştî koçberiya Ewropayê dest bi xebatên muzîkê dike û heta niha gelek albûm û klîban weşandiye.

Herî dawî di sala 2015an de ji Ewropayê vedigere Bakûrê Kurdistanê û piştî demek kurt carek vedigerê Ewropayê û niha li Fransayê dijî.

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hozan Kawa li gundê Palasa Mûşê ji dayik bûye. Dayika Kawa jêre divê geleke tu bi vî dengê xweş xizmeta hunera kurdî bikî. Ev gotin ji Kawa re dibî wek şîretek girseyî û Kawa dest ji karê û hunera xwe ya Muzîka Kurdî bernade.

Kawa yekemcar li medreseyên Kurdî dixwîne. Dûv re dest bi xwendina bi tirkî dike. Lê ji ber ku hişê wî di muzîkê de ye, ew xwendina xwe di nîvî de dihêle û dest bi jiyana muzîkê dike. Kawa di temenê 15 saliya xwe de dest bi gotina strana dike.

Di sala 1993’an de ji bo gotinên stranê Kurdî û ji ber sedemên siyasî du sal di girtîgeha bajarê Mûşê de dimîne.

Piştî jiyana di girtîgehê de Kawa dizanê ku ew nikare karê xwe ya muzîkê li Mûşê ji ber qedexeyan bidomîne û di sala 1995’an de rêça Ewropayê digire. Kawa xebata xwe ya yekem muzîka kurdî li Fransa pêk tînê. Di sala 2000'an de dibî Endamê Koma Berxwedan û kariyera xwe ya Muzîkê sal bi sal bilindtir dike.[2]

Hozan Kawa ji jiyana koçberiyê a Ewropayê di sala 2015an, piştê 20 salan paşê dikare bê Bakurê Kurdistanê û bajarê Mûşê ku lê hatiye dinyayê. Bi hatina wî li bajarê Stembolê demekî kurt hate binçavkirin[3] Kawa li Amed, Stembol û gelek bajarên Bakurê Kurdistanê beşdarî bernameyê Newrozê û gelek şahî û konseran bûye.

Dîskografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûmên Stûdyoyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîlmografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Klîb[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Helîyam
  • Ava Evînê
  • Ava Evînê
  • Nazê
  • Kanê Kanê
  • Hucra Tarî
  • Hêvî ya Me
  • Rastî
  • Hey Hey
  • Hey Hey
  • Hozanê Dil
  • Hunermend
  • Sê Jinên Azad
  • Kîne Kîne
  • Kekê Min (2021)
  • Rojbun (2022)

Fîlm[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Welatê Min (2020) Kurtefîlm

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Hozan Kawa Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 adar 2020.
  2. ^ "Hozan Kawa Biyografisi". Kürtçe Bilgi - KurtceBilgi.Com (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 adar 2020.
  3. ^ Gazetesi, Evrensel. "'Aynı türküleri söylemeye gidiyorum' diyen Kawa gözaltına alındı". Evrensel.net (bi tirkî). Roja gihiştinê 19 adar 2020.