Hrant Dink

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Bîranîna Hrant Dink di 2007'an de li Stenbolê

Hrant Dink, bi ermenî Հրանդ Տինկ [1] (15'ê rezberê 1954 li Meletîyê, Tirkiye - 19'ê rêbendanê 2007 li Stenbolê, Tirkiye), rojnamevanê bingeh-Ermenî, gerînendeyê giştî yê rojnameya Agos bû.

Ji ber nêrînên xwe gelek caran hate darizandin û bi "piçûkxistina Tirkbûnê" dihate tewanbarkirin. Artêşa Tirkiyê, medya Tirk, kom û partiyên neteweperest ew wekî "xaîn - dijminê neteweyî" dan nîşandan û di dawiyê de hate kuştin. Dink li paş xwe 3 sêwî hiştin.

Dê û bavê wî Ermeniyên ji parêzgeha Sêwasê bûn. Di sala 1961'î de hevdû berdidin û Hirant sêwî dimîne. Jiyana wî li sêwîxaneyan derbasdibe. Dîsa xanima wî jî sêwî bû. Zarokên Ermeniyan yên ku bê dê û bav bûn, li sêwîxaneyan di bin rewşên awarte de dijiyan. Herwekî di hemî mercên dewleta Tirk de rastî bêbextî, piçûkxistin û dijûnan dihatin. Ji ber kû îdeolojiya fermî gelê Ermenî wekî dijmin dinirxîne, jiyana Ermeniyan li Tirkiyê gelek dijwar e.

Kuştina Dink kesên aştîxwaz, Kurd û lîberal rakirin ser piyan. Xwepêşandanên bi navê "Em hemî Ermenî ne" hatin lidarxistin. Dewleta Tirk bi lez kesekê derêxist û wekî bersûc da nîşandan. Bersûcê bi navê Ogün Samast sûc hemî xist para xwe. Lê ronakbîr di wê baweriyê de ne ku, wekî her carê dewleta Tirk dîsa "belengazek" derdixe û tewanbariya xwe vedişêre. Parêzgerê wî daxûyanîkirin ku Dink ji aliyê serkaniya Artêşa Tirk û orgeneral Veli Küçük ve dihatibûye geflêkirin.

Dink xwedî gelek xelatên navneteweyî bû. Gelek caran dewleta Ermenistanê, dîasporaya Ermeniyan jî rexne dikir.

[biguherîne] Çavkanî

  1. Arsu, Sebnem, "Editor Who Spoke for Turkey's Ethnic Armenians Is Slain", The New York Times, 20'ê rêbendanê 2007, formata A3
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din