Hromkla

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Kela Zêrrîn (bi tirkîRumkale)

Hromkla (bi ermenî: Հռոմկլայ - Hromkla, bi aramî: Kala-Rhomata, bi kurdî Kela Zêrrîn, bi yewnanî Ρωμαιων Κουλα, bi tirkî Rumkale, bi erebî (bi erebîقلعة الروم‎), bi navên xwe yên din Qal'at ar-Rum yanjî Ranculat) îro kelheyeka xirbe ku nêzika çemê Ferêt radiweste, ye. Girêdaya parêzgeha Dîlokê ye, lê nêztira Xelfêtîyê (Rihayê) ye.

Ehleqeya navê "Rumkale" bi Rûman (Yewnanan) tune ye, lê ev nav avahîyeke Romayî (Bîzantînî) mebest dike.

Dîrok[biguherîne]

Hromkla û Ferat

Piştî raxistina Xrîstîyantiyê li herêmê, Hromkla girêdayê hikumiyeta Edessa bû. Di sala 1151an de Gregor III. Pahlawuni, serokê katolîk a Dêra Apostolîk a Ermeniyan, navenda xwe ji Tzvok'ê bara vir kiribû. Ji sala 1150an heta 1292an Hromkla navenda patrîyarka Ermenî ya hikûmiyeta Kîlîkyayê, û piştrev jî ya hikûmiyeta Sîsê bû. Wekî din serokê katolîkan a bi navê Nerses IV. Schnorhali li wir jîyana xwe derbas dikir.

Serokê olî ya Sîro-Ortodoksan ku ji dêra xwe ya Barsawmayê dihat, car caran mêvanê Hromkla dibû. Pirtûkxaneya wî dêrî lewma li Hromklayê dihat bicihkirin. Gelek nivîsên olî yên Mîkael ê Mezin († 1199, serokê olî yê Asûrîyan) li wir peyda dibûn. Herwiha, Ignatius David di sala 1252an de li Hromklayê hate temartin.

Di sedsala 13yan Illûminatorê herî mezin a vê demê li Hroklayê dixebitî.[1], Toros Roslin.

Di roja 28ê Hezîranê ya sala 1292an de ev kel ji aliyê Memlûkên misilman hate zevt kirin û wekî cihekî leşkerî dihat bikaranîn. Di dema Emparatoriya Osmanî jî Hromkla zindanek bû. Di sala 1832an de ji aliyê Ibrahim Paşa kel hinek hat şikandin.

Meydana Kelê (Kalemeydan)[biguherîne]

Bi avakirina Bendava Bêrecûgê meydana kelhê mixabin di bin avê de ma.

Çavkanî[biguherîne]

  1. Claude Mutafian: Le royaume arménien de Cilicie. XIIe - XIVe siècle., CNRS éditions, Paris, 1993, ISBN 2-271-05105-3, Seite 127

Pirtûk[biguherîne]

  • Hansgerd Hellenkemper: Burgen der Kreuzritterzeit in der Grafschaft Edessa und im Königreich Kleinarmenien. Habelt, Bonn 1976, 51-61.
  • Hanspeter Hanisch: Hromklay : die armenische Klosterfestung am Euphrat. Begleitbuch zur Ausstellung der Fotodokumentation im Vorarlberger Landesmuseum Bregenz. 15. März - 20. April 2002. Bregenz: Vorarlberger Landesmuseum 2002. ISBN 3-901802-11-8
  • Hellen C. Evans: Manuscript Illumination at the Armenian Patriarchate in Hromkla and the West. Ph. D. diss. New York University 1990.
  • Andrea B. Schmidt: Die armenisch-syrischen Beziehungen im Spiegel der kilikischen Übersetzungsliteratur. In: A. Drost-Abgarjan (Hrsg.): Armenologie in Deutschland. Münster 2005, 119-126.
  • Shahe Ajamian: The Colophon of the Gospel of Hethum "Bayl". In: Shahe Ajamian (Hrsg.): Text and context : studies in the Armenian New Testament (University of Pennsylvania Armenian texts and studies 13). Scholars Press, Atlanta, Ga. 1994, 1-13, hier 5. ISBN 0-7885-0033-3

37°16′17″Bk 37°50′17″Rh / 37.27139°Bk 37.83806°Rh / 37.27139; 37.83806