Hu Shi

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Hu Shi (胡适, pinyin : Hú Shì), (17 berfenbar 1891 - 24 sibat 1962) fîlozof û nivîskar ekî çînî bû. Navê wî yê di nav gel de Şîzî bû.

Hu Shi li Hu Hongxing (胡洪騂) li Shanghai a Hu Shuan hate dinê. Navê diya wî Hu Shuan, yê bavê wî Feng Shundi ye. Malbata Hu, ew çêleyê sala 1904 an de bi Jiang Dongxiu re zewicandin. Jiang Dongxiu bi salekî ji wî mestirbû, keçikek ne xwende û pî girêdayî bû. Daweta wan di qanûna 1917 de çêbû.

Hu Shi perwerdeya xwe ya bingihîn li Jixi û Shanghai wergirt.

Hu 16ê tebaxa 1910an bursekî ji zanîngeha Cornel ya Dewletên yekbûyî wer digre û piştre jî derbasî zanîngeha Columbia dibe. Ew li zanîngeha Columbia gelekî di bin bandora mamostê xwe John Dewey de dimêne. Ew di dewama jiyana xwe de dibê wergervanekî Dewey û Parêzgerekî evolusyona pragmatîk. Hu di sala 1917 de Diploma xwe ya doktora ya felsefê digre, vedigerê Chinê û li zanîngeha Pekînê dest bi dersdayinê dike.

Nivîskariya wî ya di rojnama Ciwantiya nû de dibê sedem ji bo ku zûka xwe bide naskirin. Hu zuka dibê întelektûelekî dema tewgera 4ê gulanê. ew di salên 1920 de ji rojnama Ciwantiya nû vediqete û bi çapkirina rojnamên politik yên cur bi cur ve dipelike.

Hu di navbera salên 1938-1941 de Balyoztiya Balyozxana Çînê ya Dewletên Yekbûyî kir. Di sala 1946-48 an seroktiya zanîngeha Pekînê, û di 1958 de jî seroktiya Akademiya Sînîka ya li Taywanê kir û li vir heta dawiya jiyana xwe ma. Hu di 71 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.