IKEA

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Logoyê IKEA

IKEA International Group fîrmayeke mobilyayê ya mezin a navneteweyî ye. Li 43 welatî birêxistinî bûye û bi 235 kargehên xwe yek ji fîrmayên mezin ên cîhanî ye.

Di sala 1943'î de ji aliyê Ingvar Kamprad ve ku wê demê 17 salî bû li Älmhult, hate damezirandin. Ango bingeha fîrmayê Swêd e. Gorî statîstîkên 2006'î 104.000 xebatkarên wê hene û butçeya wê 17,3 Milyar EUR (2006) e.

Malperên têkildar[biguherîne]