Îbn Erebî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Ibn Erebî hat beralîkirin)
Îbn Erebî (1165-1240)

Ebû Ebdullah Muhemmed ibn Elî el-Erebî el-Hatimî el Ta'î (bi erebî: أبو عبد الله محمد بن علي بن محمد بن العربي الحاتمي الطائي‎, lat. Abū `Abd-Allah Muḥammad ibn Ali al-`Arabi al-Ḥātimī al-Ṭā’ī) an ji Îbn Erebî, zayîn 28ê pûşperê 1165/hîcrî 17 Remezanê 560ê li Murcia, mirin 16ê sermawez 1240 li Şamê yek ji Sofî û zanayên Îslamêyê pêşin bû. Ji bo bandora wiya li ser Sofîtiyê ew wek Şeyx el-Ekber ango bi kurdî Şêxê Mezin dihat navkirin.[1]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Îbn Erebî ji malbateke navdar de dihat. Bavikê wî bi Ebdulqadirê Geylanî û Îbn Ruşd ve yek ji mirovên navdarên Sofitiyê bû.

Dema ko Îbn Erebî hîn 8 salî bû, El Mûwahîdan bajarê Murcia dagir kirin û ew bi malbata xwe ve çû Sevillayê. Wî li wir dewama hevotîna xwe kir û wek hevotîna wê çaxêyê bastanî li ser tefsîra Quranê, Suneta Muhemmed pexember, Şerîetê û gramera erebî xebitî.

Ew di 1182an de bi Îbnî Ruşd ve hev dibîne û Îbn Erebî di eserên xwe de qala vê hevditînê dike.

Di sala 1193an de wî nîvgirava îber terk kir û çû Tûnisê. Gorî gotinan di vê gerê de xocê Xizir bi wî re hevaltiyê dike û xirqayê xwe dida Îbn Erebî. Di sala 1200an de, dema ko 35 salî bû, ji bo Hecê ew li Spanyayê der dike û dihere Mekkeyê. Ew li wir sê salan dije û li wir dest bi nivisîna El Fûtûhat El Mekkiye dike. Di 1223an ew li bajarê Şamê bi şûn dibe. Ew salên umre xweyê manî li wir derbaz dike û di 22 Rebîûl II 638 /16 sermawezê, 1240an de dimire. Ew di jiyana xwe de gelek geran dike û gelek deran digere.

Îbn Erebî çiqas di berhemên xwe de qala Wahdetî Vûcûdê nake, û cara siftê ji aliya talebeyî wî, Sedredîn Konewî tê karanîn jî ew wek damezrênerê vê tradîsyonê tê ditîn.

Jêder û çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "The Meccan Revelations". World Digital Library. 1900–1999. Roja gihiştinê 14 tîrmeh 2013.{{cite web}}: CS1 maint: date format (lînk)

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]